Du heval bê pere dest bi tûra cîhanê ya 80 rojan dikin

Du heval bê pere dest bi tûra cîhanê ya 80 rojan dikin

Yek jê Strasbourgî yek jî Berlînî du heval, bêyî qurişekî di bêrîka wan de, dest bi tûra cîhanê ya 80 rojan dikin.

Mûammer Yilmaz (38) û Mîlan Bîhlmann, bê pere îro dest bi tûra cîhanê ya 80 rojan dikin. Her du heval, di vê rêwîtiya xwe de ji aliyê pêwîstiyên cihê mayînê, cihê razanê û çûyîna heta cihekî ve, ji comerdiya mirovan piştrast in.

Li gorî AFP'ê, wênevanê Strasbourgî Mûammer Yilmaz diyar kir ku rêwîtiya bê pere wê bibe sedem ku ew berê xwe bidin mirovan, bi mirovan re hîn bêtir bidin û bistînin. Yilmaz got, "Em dixwazin nîşan bidin ku li her devera cîhanê mirovên baş hene."

Yilmaz û Bîhlmann wê ji ber Kûleya Eiffel a li paytexta Fransa Parîsê bikevin ser rê û hêvîdar in ku rê û rêbazekê bibînin ji bo biçin Rojhilat. Her du heval dixwazin destpêkê li Ewropa, dûre jî di ser Tirkiye, Îran, Hîndîstan û Taylandê li Asyayê bigerin.

Li gorî Yilmaz û Bîhlmann di vê rêwîtiya wan de ya herî zehmet, beriya gihaştina San Francisco û New Yorkê, derbaskirina Pasîfîk e. Her du heval dixwazin rêwîtiya xwe bikişînin kamerayê û di heman demê de li ser Facebookê parve bikin. Li gorî prensîbê her du heval wê di 28'ê Mijarê de bigihêjin Eiffelê.