Du bijîşkan ji bo Tûglûk û Narînê name ji Komîteya Xaça Sor re şandin

Du bijîşkên Pira Biratiyê ya Zurîh û Amedê ji bo girtiyên nexweş Aysel Tûglûk û Seyît Narîn name ji Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî re şandin.

Dr. Bîgna Rambert û Dr. Maja Hess li ser navê Pira Biratiyê ya Zurîh û Amedê name ji Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî re şandin û bal kişandin ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk û Hevşaredarê berê yê Sûrê Seyît Narîn.

Di nameyê de hate diyarkirin ku ew ji ber tendirustiya girtiyên nexweş Aysel Tûglûk û Seyît Narîn bi fikar in. Di nameyê de hate gotin “Tûglûk û Narîn ligel ku di warê tendirustiyê de divê werin berdan lê hê jî di girtîgehê de ne. Di destê me de dosyeyên tibî yên bi Tirkî hene. Em bawer dikin hûn ji çapemeniyê jî rewşa her du girtiyên nexweş dişopînin.”