Ji bo 12 kesên hatibûn destgîrkirin serbestberdana bi kontrol- NÛ BÛ

12 kesên ku di merasîma bîranînê ya Qetlîama Sirûcê de ji aliyê polîsan ve bi êşkence hatibûn destgîrkirin û bi daxwaza girtinê ew şandibûn dadgehê, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Di salvegera Qetlîama Sirûcê de li Kadikoyê ji bo bîranînê meşek hatibû lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kiribûn û 62 kes bi êşkenceyê destgîr kiribûn.

50 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Stenbolê ya li Rêya Vatanê hatibûn berdan. Vedat Çinar Altan, Eren Kaya, Misra Sapan, Volkan Atmaca, Azad Aksoy, Atakan Polat, Sedef Ozer, Ridvan Salîh Gezegen, Harûn Kaya, Batûhan Çotûr, Hasan Dogan û Can Papîla jî birin Dadgeha Anadolûyê ya li Kartalê.

12 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hate stendin bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Nobedar hate kirin.

12 kesên ku bi dawaza girtinê hatibûn sewqkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.