Dozger dê komkujiya Parîsê ji hikûmeta Fransayê bipirse!

Dozger dê komkujiya Parîsê ji hikûmeta Fransayê bipirse!

Dozger Jeanne Duyê ku lêpirsîna der barê sê şoreşgerên jin yên Kurd ku li Parîsê di meha Çileyê 2013’an de hate qetilkirin dimeşîne, ji serwîsên îstîxbarata Fransayê daxwaz kir ku veşariya li ser dosyaya kujer Omer Guney bê rakirin. Ev daxwaz dê ji wezaretan re bê ragîhandin.

Ji şaxa dij-teror a Parîsê Jeanne Duyê bersiv da daxwazên malbatan. Malbat û parêzeran ev demek dirêj bû daxwaz dikirin ku ji serwîsên îtîxbaratê der barê Omer Guney de pirs bên kirin.

Li gorî iajansa AFP’ê ya Fransayê Dadgera lêpirsînê Duyê guh daye daxwazê û biryar da ku ew dê ji bo rakirina veşariya li ser dosyaya Omer Guney daxwaz bike.

Malbatan  diyar ki rku divê serwîsên îstîxbarata Fransayê piştgiriyê bidin lêpirsînê û diyar dikirin ku ger Omer Guney sixûrê serwîsên Tirk be, serwîsên îstîxbarata Fransayê agahiyên derbarê vî kesî de dizane.

Dadger dê daxwaz bike ku veşartiya li ser dosyayê Navenda Enformasyoan Kurdistanku her sê şoreşgerên jin lê hatin qetilkirin jî bê rakirin.

Malbatan der barê endamên MÎT’ê ku îmzeya wan li belgeyê di 14’ê çîlede derketiye holê de jî daxwaza girtinê kir. dozger niha ev daxwaz red kir. 

Belgeya ku îmzeya rayedarên MÎT’ê lê heye de, notên ku sîxurê MÎT’ê yê bi navê ‘Lejyoner’ hat parvekirin û daxwaz kir ku hewldanên berê hatine diyar kirin pêk bên. Di belgeyan de tê gotin ku ji bo Cansiz bê kuştin 6 hezar euro hatiye dayÎn.

Kovara Der Spîegel da zanîn ku ev her çar kes endamên MÎT’ê ne û li ser pirsgirêka Kurd dixebitin.

Parêzerê malbatan Antoîne Compte ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku hikûmeta Fransayê heta îro her tim tedbîr girtinred kiriye.