Rûniştina 122 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê tên li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriya Stenbolê bi xwendina îdîanameyê berdewam dike. Polîs û leşkeran tedbîrên mezin girtin.
6'mîn rûniştina danişîna 3'emîn a 122 je girtî 205 siyasetmedarên kurd ên di sala 2011'an de di bin navê operasyona "KCK"'ê de hatin binçavkirin û girtin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "di rêveberiya rêxistinê de cih digirin, li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam kir. Leşkeran li derdorê kampusa Sîlîvriyê tedbîrên mezin girtin.
Kesên ku dixwazin bên rûniştinê bişopînin jî ji ber ewlehiya leşkeran li dûrî salonê ji maşîneyan dadikevin û piştî meşek dirêj xwe digînin salonê. Di rûniştinê de 114 girtî û parêzerên wan amade bûn. Îdîaname bi xwendina 1257'an berdewam kir.
Rûniştin dê heta piştî nîvro bi xwendina îdîanameyan berdewam bike û pişt re dê parêzer parastinê bikin.