Doza sereke ya KCK’ê dest pê kir

Doza sereke ya KCK’ê dest pê kir

59’emîn doza sereke ya KCK’ê ku di nava wan de parlamenter, şaredar, parêzvanênmafê mirovan û siyasetmedar jî tên darizandin dest pê kir.

Danişîn li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin û jê 96 girtî bi giştî 175 siyasetmedar tên darizandin. 19 girtiyan rapor girtin û tevli danişînê nebûn û 77 girtî amade bûn. Hevsroka BDP’ê Gulten Kişanak, parlamenter Altan Tan, Nursel Aydogan û şaredarên BDP’ê û her wiha wekîlê Baroya Belînê jî di nav de heyetek biyanî şanişîn temaşekirin.  Di danişîna îro de derbasî îkameya M. Nîmet Sevîm bûn.

Li dora edliyê tedbirên ewlehiyê hatin girtin û çapemeniya herêmî û biyanî dozê dişopîne.