Doza rojnamevanan: Darizandina rojnamevanan rûreşî ye
Doza rojnamevanan: Darizandina rojnamevanan rûreşî ye
Doza rojnamevanan: Darizandina rojnamevanan rûreşî ye
Rûniştina 26 jê girtî 46 rojnamegerên kurd ên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di roja 3'emîn de berdewam dike. Di rûniştinê de Rojnameger Yuksel Genç, parastin kir û wiha got: "Ev darizandina rojnamegeran ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye.
Rûniştina 26 jê girtî 46 rojnamegerên kurd ku di 20'ê Kanûna 2011'an de hatin girtin û tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li kampusa Sîlîvriyê berdewam kir. Di runiştina îro de nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Huseyin Denîz parastin kir.
Denîz, di parastinê de diyar kir ku ji avakirina komarê heta niha bi hezaran rojname hatin girtin û bi hezaran rojnameger tên darizandin. Denîz, da zanîn ku roja darizandina rojnamegeran a rojên dîrokî ne ji rêzê ye û dixwazin bi vê yekê peyamekê bidin rojnamegeran. Denîz, destnîşan kir ku mînaka vê darizandinê tune ye û wiha got: "Darizandina me ji aliyê Wezareta Dadê û Wezîrê Karên Hundir ve pêk hat. Mixabin dadgeh di destî vîna siyasî de ye. Dozger bi fermana polîsan tev digerin. Em li vir zelaliya îdîanameyê nabînin."
'DELÎL LI DIJÎ CMK'Ê YE'
Denîz, bal kişand ser rojnameger Cuneyt Unal ê li Rojava hat binçavkirin û bi hewldana hikûmetê serbest hat berdan û wiha got: "Wezîre Karên Derve Davutoglu, li Unal xwedi derket. Bû alîkar ku serbest bê berdan. Lê der barê tu hevalên me yên ku niha tên darizandin de tu îdîayên bi vî rengî tune. Li gel vê yekê em wekî terorist hatin binçavkirin."
Piştre hin beşên îdîanameya der barê Denîz de hat xwendin. Lê denîz anî ziman ku heta hemû îdîayên der barê wî de bi tevahî neyê xwendin parastinê nake. Denîz, da zanîn ku delîl li dijîe CMK'ê ne.
Rojnameger Yuksel Genç jî anî ziman ku bi darizandina rojnamegeran de gef li rojnamegeran û çapmeniya azad tê xwarin û dixwazin ku çapemeniya azad karê xwe yê esasî pêk bîne. Em vê darizandinê li hemberî firka azad û îfadeya azad wekî gefê dinirxînin. Em di sala 1999'an de ji bo aştiyek mayinde ji nava gerillayan hatin Tirkiyeyê. Em weki koma aştiyê hatin û niha em tên darizandin. Ger ku pêvajo ber bi aştiyê pêş bikeve dê gerilla di demek kurt de bibin perçeyê pêvajoyê. BDP, saziyên sivîl ên civakî, çapemeniya azad dê bibin perçeyê siyaseta demokratîk. "