Doza ku li ser koma RedHack ya navê xwe bi çalakiyên li ser saziyê hikumeta AKP’ê û dewletê derxistî, hatî vekirin îro pêktê. 3 jê girtî bi giştî 10 kesên ku 24 sal ceza jêre tê xwestin, sûcdariyên lê tên kirin red dikin û Redhackê dabû diyarkirin ku, kesên hatine girtin ti têkiliya wan bi komê re tuneye.
Yekemîn rûniştina doza RedHack îro di demjimêr 10.00’an li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê pêktê. Duygu Kerîmoglû, Alaattîn Karagenç, Ugur Cîhan Oktulmuş ku ji 20’ê Adara 2012’an ve girtîne û 7 bersûcên din dê bi endamtiya rêxistina çekdar ya terorê bêne darezandin.
Di îddîanameya dozê de RehHack weke “Di nava hîyerarşîk û rêkûpêkiya binesaziyê de xwe weke rêxistina terorê organîze kirine.” Her wiha ji ber êrîşên ferazî bi îdîayên weke “otorîteya dewletê lewaz kirin û rêkûpêkiya cemaweriyê xirab dikin” weke “rêxistina terorê” hatin pênase kirin.
Redhack di daxuyaniya beriya vê de ragihandibû ku kesên hatine girtin ti eleqeyan wan bi koma wan ve tune ne.