Doza Nisêbînê: Bêdengî jî sûcê li dijî mirovahiyê ye!

Hamît Acûn ê ku di doza Nisêbînê de tê darizandin axivî û anî ziman ku li Nisêbînê li ser navê mirovahiyê sekneke bi rûmet hatiye raberkirin û got: “Ez dev ji fikra xwe bernadim.”

Danişîna 4’emîn a dozê pêk hat ku 53 kesên di pêvajoya êrîşên qirkirinê de hatibûn girtin lê tên darizandin. Danişîna ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê didome û li eywana konferansê ya saziya SGK’ê pêk hat. Girtiyên ku li girtîgehên cihê tên ragirtin, anîn danişînê. Piştî jêpirsîna GBT’ê danişîna ku ligel parlementera HDP’ê Pero Dundar, tenê çar malbat karî tevlî bibin, danişîn di bin dorpêça polîsan de dest pê kir.

'ÎNFAZÊN DEWLETÊ BANDOR LI MIN KIR BI VÎNA XWE ÇÛME NISÊBÎNÊ'

Di destpêka danişînê de Hamît Acûn axivî yê ku di girtîgeha Tîpat T ya Tokatê de ye. Acûn, xwe bi Kurdî parast û mijarên hatina xwe ya li Nisêbînê, hevdîtinên di navbera Rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan û dewletê de bi kurtasî rave kir.

Acûn anî ziman ku bûyerên mîna yên qetilkirina Hecî Lokman Bîrlîk a li Şirnexê, qetilkirina dayika Taybet, qetilkirina Ekîn Wan a li Mûşê bandor li wî kirine û got: “Li hemberî van hovîtiyan nedibû ku ez bêdeng bimînim. Lewre ez bi daxwaz û xwesteka xwe çûm Nisêbînê. “

'EM BI HER CURE ÊŞKENCÊ LI ME KIRIN'

Acûn diyar kir ku bêdengmayîn jî hevparbûna sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: "Dema em destgîr kirin bi rojan neheqî û êşkence li me kirin. Ava keliyayî di ser me de rijandin. Elektrîk dan me, tu neheqî û dijûn neman li me nekirin. Di vê êşkenceyê de sê diranên min û pozê min şikest. Ligel ku ji ser 3 sal borîne jî, hêj li bedena min reşûşînbûn, ango dewsên êşkencê hene. Ya herî zora min çûyî jî bi riya çapemeniyê em teşhîr kirin.”

'SEKNA BI RÛMET BÛ'

Acûn diyar kir ku li Nisêbînê li ser navê mirovahiyê sekneke bi rûmet hat raberkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Kurd bibin xwedî statu û xwe biparêzin. Ez ji vê fikra xwe jî naqerim û ez ê li her derê vê fikra xwe bînim ziman û biparêzim.”

Dadgehê navber dayê, wê piştî nîvro bidome.