Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hate binpêkirin

Di rûniştina 30’emîn a doza Mûsa Anter de parêzer Mehmet Selîm Okçûoglû bal kişand ser xetereya ‘derbasbûna demê’ û diyar kir ku rêgeza darizandina di dema maqûl de hatiye binpêkirin.

Rûniştina 30’emîn a dozê Li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 6’emîn hate kirin. Dîcle Anter ê ku kurê Mûsa Anter e, parlementerên HDP’ê Alî Kenanoglû û Şevîn Coşkûn û çavdêra Kujer Diyar e a Navenda Bîrê parêzer Esra Kiliç jî tevlî rûniştinê bûn.

Parêzerê malbata Anter, Mehmet Selîm Okçûoglû bal kişand ser xetereya derbasbûna demê û got: “A niha agahî ketine destê me ku Cemîl Işik li derveyî welat hatiye kuştin.”

Okçûoglû got: “A niha êdî tê dîtin ku li ser dozê xetereya derbasbûna demê heye. Ji bo ku encam were stendin divê dosyeyên din jê werin qetandin. Ji aliyê din ve jî bersûcê dozê Abdulkadîr Aygan parastina wî nayê eşkerekirin û ev jî diyar dike ku Wezareta Edaletê tevî dadgehê naxebite. Ya din ez dixwazim bibêjim ku di dosyeyê de rêgeza darizandian adilane ya di dema maqûl de tê binpêkirin.”

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 7’ê Tîrmehê kir.