'Doza Konê Çareseriya Demokratîk' di 27’ê Mijdarê de ye

'Doza Konê Çareseriya Demokratîk' di 27’ê Mijdarê de ye

Doza 8 kesên ku beriya 18 meh piştî polîsan êrîşî Konê Çareseriya Demokratîk kirin hatibûn binçavkirin dê 27’ê Mijdarê pêk bê. Înîsiyatîfa bi Milyonan Edaletê Dixwazin banga tevlîbûna doza dê li Edliyeya Îzmîrê pêk bê kir.

Li Îzmîrê 6’mîn rûniştina doza ku weke “Doza Konê Çareseriya Demokratîk” tê zanîn dê roja Sêşemê 27’ê Mijdara 2012’an li Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê pêkbê. Înîsiyatîfa bi Milyonan Edaletê Dixwazin di demjimêr 12.30’an de beriya rûniştinê dê di ketina Bloka C ya edliyeyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Înîsiyatîfê bang li her kesê kir ku, ji bo piştevaniya bi xwendekarên girtî, careke din ji bo pirsgirêka Kurd birêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin qîr bikin û dawî li terora girtinê ya AKP’ê bînin, li ber deriyê edliyê kom bibin.

18 MEHIN GIRTÎNE

Beriya hilbijartinên giştî yên 12’ê Hezîrana 2011’an ji bo protesto kirina Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku berendamên Eniya Kedê û Demokrasiyê veto kiribûn li tevahî welat daxuyaniyên çapemenî û meş hatibûn li darxistin.

Endamê SDP’ê û Genç-Sen’ê Xwendekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ege Alî Emre Ecer û xwendekarê dibistana Pîşeyî ya Bilind ya Egeyê Seçkîn Savaş jî di nav de 8 kesên ku bi îdîaya, dema polîsan êrîşî konê kir û bûyer derketîn ew jî li wir bûn, di ser malên wan de girtibûn. Binçavkiribûn û piştre girtibûn.

Tenê delîla ku dadgehê derheqê girtiyan de pêşkêş kirî, memûrekî di edliyeyê de erkdar û bi sifatê ‘kesê dizan’e ye û vegotina wî ya li ser dîmenê ye.

Ji ber sedema rapora ku ji nirxandinên “Tê dîtin ku vî kesî du caran kevir avêtiye”, “Qalibê vî di şibe yê di dîmenê de” Alî Emre Ecer û Seçkîn Savaş 18 mehin girtîne.

Heyeta dadgehê rapora ku ji aliyê endamên hîndekariyê yên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê ve weke kesê dizane hatiye amadekirin, pêwîstî pê nedît hûrkolîn jî bike.