'Doza Komkujiya Enqereyê têkiliya AKP-DAIŞ'ê radixe pêş çavan'

Rûniştina 3. a Doza Komkujiya Enqereyê dest pê kir. Parêzer Bek beriya rûniştinê daxuyanî da û got, "Ev komkujî siyasî ye. Têkiliyên navbera DAIŞ û AKP'ê radixe pêş çavan."

Rûniştina 3. a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, li 4. Dadgeha Cezayê Giran dest pê kir. Malbatan beriya rûniştinê li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Seroka Komeleya Piştgirî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, ku hevserê wê Ûygar Coşgûn di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, got "Em ê ji niha û pê ve jî li qadan bin û dengê aştiyê bilind bikin."

PARÊZER BEK: KOMKUJÎ TÊKILIYA NAVBERA AKP Û DAIŞ'Ê RADIXE PÊŞ ÇAVAN

Ji parêzerên malbatan Tûgay Bek jî anî ziman, Doza 10'ê Cotmehê jî mîna doza Hrant Dînk dozeke siyasî ye û diyar kir, ji bo eşkerebûna berpirsyarên siyasî û wezîfedarên cemaweriyê ew ê di nava hewldanan de bin.

Parêzer Bek got, "Çend kujer danîn pêşiya me, lê em ê bi vê nesekinin. Ev komkujî siyasî ye û têkiliya navbera DAIŞ'ê û AKP'ê radixe pêş çavan."

Holger Grîebner, ku ji bo şopandina dozê ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hat got, "Em bi têkoşîna we ya aştiyê serbilind in."

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterên CHP'ê Şenal Sarihan û Velî Agbaba, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş jî dozê dişopînin.