Doza Gundemê sibehê dest pê dike

Nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay û rojnamevan Înan Kizilkaya û Zana Bîlîr Kaya ên ku bi girtî tên darizandin wê sibehê cara yekem derkevin pêşberî hakim.

Nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay û rojnamevan Înan Kizilkaya û Zana Bîlîr Kaya ên ku bi girtî tên darizandin wê sibehê cara yekem derkevin pêşberî hakim. Nivîskar û rojnamevanên ku dibêjin “Qelemên azad serî natewînin” wê sibehê li Edliyeya Çagliyanê bicivin.

Endamên Desteya Şêwiriya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Necmiye Alpay û Midûrê Karên Nivisê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşanê Zana Bîlîr Kaya wê sibehê cara yekem derkevin pêşberî hakim.

Rojnamevan û nivîskar ji meha Tebaxê ve girtî ne.

Di îdîanameyê de ji bilî 4 girtiyan, xwediyê îmtiyaza rojnameyê Kemal Sancili, rêveber Bîlge Aykût û rojnamevan Ragip Zarakolû, Hevgerînendeyên berê Eren Keskîn û Fîlîz Koçalî jî tên darizandin.

Der heqê 9 kesan de bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “guhertina sazûmaniya destûra bingehîn” cezayê hepsa hetahetayî tê xwestin.

Parêzerê Rojnameya Gundemê Ozcan Kiliç got, parastina 4 miwekîlên girtî amade ne û got; “Wê di rûniştinê de parastina çapemeniya azad bê kirin.”

Rojnamevan û nivîskar ji bo bibêjin “Qelemên azad serî natewînin” wê sibehê saet 09.15’an li pêşiya Edliyeya Çagliyanê bicivin, daxwaza berdana rojnavan û nivîskarên girtî bikin.