Doza DÎAYDER: Bawerî û nasnameya me ya Kurdî di hedefê de ye
Îro rûniştina ji bo doza ku bi hêceta ku bi zimanê Kurdî xutbe û waaz dane li ser melayên endamê DÎAYDER’ê hatibû vekirin pêk hat.
Îro rûniştina ji bo doza ku bi hêceta ku bi zimanê Kurdî xutbe û waaz dane li ser melayên endamê DÎAYDER’ê hatibû vekirin pêk hat.
Rûniştina 3’yemîn a doza meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyên Alimên Oldar (DÎAYDER) ku ji ber bi zimanê Kurdî xutbe û weazên dane tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 14’emîn hat lidarxistin. Serokê Komeleyê Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Emîn Aslan ên girtî tên darizandin bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tevlî rûniştinê hatin kirin. Hin meleyên negirtî tên darizandin jî li salona rûniştinê amade bûn.
Elhem Demîr ê ku derbarê meleyan de îfade dabû jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê hat kirin. Demîr diyar kir ku hin gotinên hatine nivîsandin ne ayîdê wî ne.
Mele di rûniştinê de axivîn û destnîşan kirin ku tawanbariyên li wan tên kirin derew in, ew van derewan red dikin û ew ji ber xebatên kirine û baweriya ku diparêzin, Kurdistanîbûna xwe û welatparêziya xwe tên darizandin.
Parêzer jî parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzerên meleyên girtî xwestin miwekîlên wan bên berdan.
Heyeta dadgehê navberek kurt da danişînê û piştre biryara dewama girtina her çar meleyên girtî Baran, Aslan, Hatîp û Tunç da, her wiha biryar da ku X-Tanik, Kartal, Padişah, Farkli yên di dosyeyê de şahidên veşartî ne jî di rûniştinek din de amade bin da û rûniştin taloqî 17’ê Hezîranê kir.