Doza 50 xwendekarên YOK protestokirin pêktê

Doza 50 xwendekarên YOK protestokirin pêktê

Doza ku di derbarê 50 xwendekarên YOK protestokirin de îro rûniştina yekem destpê kir. Ji peywirdarên ewlekariyê ku gilîkiribûn, yekê giliya xwe paşve kişand. 16 polîsên ku weke temaşevan ketin salona rûniştinê, dema ku parêzeran israrkir ‘ bila jimarên sicîlê bikevin girtekan’ neçarman derbikevin derve.

6’ê Mijdara par dema ku li Zanîngeha Egeyê xwendekaran YOK protestokirin û polîsan êrîşî xwendekaran kir, di derbarê 50 xwendekaran doz hate vekirn û îro rûniştina yekem pêkhat. Doza ku li 7’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê pêkhat, ji ber sedema salon biçûk bû rûniştin li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran dom kir.

Di rûniştinê de li gel 22 xwendekar û parêzerên wan, dozdar E.U. şefê berê yê ewlekariyê Hacer Çolpan, memûrek yê hêzên çevîk û elemanên ewlekariya taybet amadebûn.

Ji bo dozê bişopînin 16 polîs ketin salona dadgehê. Li ser vê parêzeran got, ‘yan dê jimarên sicîlên wan derbazî girtekê bikin, yan jî bila derbikevin’. Li ser vê yekê polîs neçarman ji salona dadgehê derbikevin.

Di rûniştina yekem ya îro de 6 xwendekaran parastina xwe kir, dane diyarkirin ku, çalakiya ku wan kir çalakiyekî demokratîkbû û beraeta xwe xwestin.

Li aliyê din ji peywirdarên ewlekariyê ên gilî kirî, yekê giliya xwe paşde vekişand.

Doz taloqî 28’ê Mijdara 2013’an hate kirin û biryar hate girtin ku, di rûniştina bêde dîmen bêne lêkolînkirin û 5 xwendekarên din ên girtî jî li dadgehê amadebûn.