Doza 12'ê Îlonê ji bo 25'ê Cotmehê paşve hat xistin

Doza 12'ê Îlonê ji bo 25'ê Cotmehê paşve hat xistin

Di doza derbeya faşîst a 12'ê Îlonê de ku Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya tên darizandin, dadgehê dosya ji dozgeriyê re şand ji bo mutalaaya xwe amade bike. Doz ji bo 25'ê Cotmeha 2013'an paşve hat xistin.

Di doza derbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê de, ku Serokê Fermandariya Giştî yê hingî Kenan Evren û Fermandarê hingî yê Hêzên Hewayî Orgeneral ê teqawîtbûyî Tahsîn Şahînkaya tê darizandin, rûniştina 16. hat dîtin.

Di rûniştina li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de hin dozdar û parêzerên wan, Meclîsa Tirkiyê, li ser navê Hikûmeta Komara Tirkiyê nûnerê Serokwezaretiyê, nûnerên DÎSK, TOB-DER, parêzerên wan û parêzerên bersûcan amade bûn. Evren û Şahînkaya beşdarî rûniştinê nebûn.

Di rûniştina dozê de, Tahîr Canan ê 32 salan di girtîgehê de ma û bi 4. Pakêta Dadgeriyê hat berdan, xwest bibe dozdar.

Dadgehê di biryara xwe ya navberê de biryar da dosyayê bişîne dozgeriyê ku dozgerî lêkolîn bike ka daxwazek ji bo dorfirehkirina lêpirsînê heye yan na, eger nebe mutalaa xwe ya li ser esasê amade bike.

Rûniştin taloqî 26'ê Cotmeha 2013'an saet di 10.00 hat kirin.