Doza 10’ê Cotmehê: Me yên ku ji ber bombeyên gazê yên polîsan mirin dîtin!

Malbat û ximên kesên ku di Qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn, bal kişadin ser rola dewletê ya di qetlîamê de.

3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê serê sibê destpê kir, didome. Di rûniştinê de bersûc Hatice Akaltın, hevserê wê yê bersûc Metîn Akaltin, parêzerên malbatan, malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji destdane, parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê CHP'ê Şenal Sarîhan, Velî Agbaba, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Serokê ODP'ê Alper Taş amade bû. Rûniştina dozê bi xwendina nasnameyan destpê kir.


BERSÛC DESÛR DEDA HEVSERA WÎ BI AXIVE

Piştî xwendina nasnameyan bersûcan îfade da. Bersûca têkildarî 10'ê Cotmehê hat girtin Hatîce Akaltin îfade da. Îfadeya Akaltin a li Dîlokê dabû hat xwendin. Li ser vê yekê parêzeran pirs ji Akaltin pirsîn. Parêzeran di derbarê hevserê Hatice Akalîn Metin Akaltin de pirs pirsîn. Dema Hatîce Akaltin pirs di bersivandin hevserê wê Metîn Akaltin, mudaxaleyî parêzer kir û xwest hevsera wî pirsan nebersivîne. Li ser muaxaleyê Hatîce Akaltin hemû pirsên hatin birsîn bê bersîv hişt. Hatîce Akaltin, piştre li ser hemû pirsan got "Bersîv tune ye." 

BERSÛCÊ DAÎŞÊ PARÊZER TEHDÎT KIR

Di rûniştina salonêde parêzerê Hatîce Akaltin Oguz Akman, xwest bersîv bide pirsan. Akman, anî ziman ku ger Akaltin bersîv nede pirsan wê ji mudahîlbûnê vekişe. Herî dawî dema ku heyetê xwest yên zêde ji salonê derkevin hevserê Hatîce Akaltın,Metîn Akaltın dema ji salonê derket gef li parêzer xwar û got: "Tu parastinê neke baştir e." 

3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê li 4'emhîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Piştî parastina bersûc Hatice Akaltın malbatên kuştiyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn parastin kirin. 

Mexdûrên beşdarî rûniştinê bûn parastin kirin. Parastina mexdûrên komkujiyê wiha ne: 

 ‘DEWLETÊ CESARET DA WAN’

Gulderen Ertaş: “Ez giliyê kesên ku ewlekariya qadê negirtî dikim. Dewletê çavê xwe li qetlîama 10’ê Cotmehê girt. Tenê polîsek jî birîndar nebû, ev têra hevkariya wan dike.

Îsa Ozgen: “Di qetlîamê de îhmal nîne bi rastî hate kirin. Dawûtoglû di got di destê me de lîsteyek ku navê 30 kesan li nav heye. Di nava wê lîsteyê de navê kesên mîna Sedat Peker ku digotin em ê li qadê di nava xwînê de bihêlin jî heye, ez wan li vir nabînim. Ew vê hêzê û cesaretê ji kû digirin? Daxwaz dikim ku midûrê emniyetê yê demê bê îfadeyê bide.

 ‘JI BER BOMBEYÊN GAZÊ YÊN POLÎSAN MIROV MIRIN’

Dayika Aştiyê Gûlîstan Ozgan: “Dema ku bombe teqiya her kes reviya. Bombeyên gazê hatin avêtin. Ez dayika aştiyê me, li Enqerê gelek bombeyên gazê li ser me bi kar anîne. Ez wisa fikirîm ku bombeyên kîmyewî bi kar anîn. Heta wê demê ji xwe polîs nebûn. Polîsan rê neda ku ambûlans bikevin qadê ku birîndaran rakin. Min hinek mirov dîtin ji ber gazê mirin. Yekê telefon da min got: “Were Hacettepeyê birayê te li vir e.” Ez çûm min birayê xwe dît, min birayê xwe li morgê dît. Wan cenazeyê birayê min nîşanî min da. Bi hêviya xuda ew jî vê êşê bibînin.”

Selçûk Kayacioglû: “Ez ji polîsên ku ewlekariya qadê negirtin, piştî ku bombe teqiya  û bombeyên gazê avêtin birîndaran û welatiyan gilî dikim. Dema ku mijar dibe qatil û destdirêjan her cure ewlekariyê digirin, dema ku mijar dibe kesên aştiyê dixwazin, ewlekartiyê nagirin. Ez giliyê hemûyan dikim.”

Hale Acer: “Di lingê min de hê du bizmar hene. Ez giliyê qatilan, yên kur ê dane wan, yên ku dewletê bi rêve dibin û rêveberiya dewletê dikim. Ez giliyê hemûyan dikim.”

Piştî komkujiya Enqereyê 18 bersûc hatin girtin û hê 17 bersûc fîrar in. 

Bersûcên girtî wiha ne: Îbrahîm Halîl Alçay, Resûl Demîr, Huseyîn Tunç, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez, Hakan Şahin, Yakûp Şahîn Yakûp Karaoglû, Metîn Akaltin, Erman Ekîcî, Bûrak Ormanoglû, Haci Alî Dûrmaz Abdulmuttalîp Demîr, Talha Guneş û Abdulhamîd Boz, Sûphî Alpfidan, Hatîce Akaltin, Esîn Dûrgûn. 

Parêzeran di derbarê bersûcên fîrar Ahmet Guneş, Bayram Yildiz, Denîz Buyukçelebî, Edremit Tûre, Hasan Huseyîn Ûgûr, Îlhamî Balî, Kasim Dere, Muhammet Zana Alkan, Mûstafa Delîbaşlar, Nûsret Yilmaz, Omer Denîz Dundar, Savaş Yildiz, Yakûp Selagzî, Kenan Kûtval, Walentîna Slobodjanjuk û Cebraîl Kaya xwest bi bultena sor bên lêgerîn. 

101 QASIDÊN AŞTIYÊ JIYANA XWE JI DEST DABÛN

Di 10'ê Cotmeha 2015'an DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li GAR'a Enqeyê Mîtînga Aştî û Demokrasiyê pêk anîbû. Di destpêka mîtîngê de endamên DAÎŞ'ê çalakiya xwekujiyê pêk anibûn û 101 qasidên aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn. 

Bi sedan kes jî birîndar bûbûn.