Dosyeya leşkerê mirina wî bi guman bû hate girtin

Leşkerê bi navê Mûstafa Araz ê ku dema leşker bû bi awayekî bi guman miribû. Derbarê dosyeya lêpirsîna li ser mirina wî, biryara neşopandinê hate dayîn. Malbatê îtîraz kir.

Li gorî nûçeya MA’yê derbarê lêpirsîna li ser mirina Mûstafa Araz (23) ê ji Kagizmana Qersê dema li Fermandariya Parastina Fuzeyan a Hewayî ya Fermandariya Tûgaya Bi Zirx a 1’emîn a li Babaeskiya Kirklareliyê leşker bû, di 12’ê Gulana 2020’an de bi awayekî guman miribû, bi biryara neşopandinê hate dayîn. Li gorî daxuyaniya rayedarên leşkerî Araz di 11’ê Gulanê de nexweş ketiye û ew rakirine nexweşxaneyê, piştre agahî jê nehatiye stendin û Araz li avahiyeke bedestenekê xwe kuştiye.

ŞOPÊN LÊDANÊ HENE

Piştî bûyerê malbata Araz tespît kir ku zarokê wan ji milên xwe hatiye girêdan û li ser bedena wî şopên lêdanê hene. Malbatê li Serdozgeriya Komarê ya Babaeskiyê giliyê sûc kir. Dema ku lêpirsîn didomiya, noteke xwekuştinê ya Araz derket holê, hate îddîakirin ku Araz ev not nivîsandiye. Midûriyeta Laboratûvara Polîsan a Krîmînal a Stenbolê biryar da ku ev nota Araz e. Parêzerê malbatê îtîrazî vê raporê kir.

Lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Babaeskiyê di 22’ê Adarê de bi îddîaya ‘delîlên şênber nehate dîtin’ derbarê lêpirsînê biryara neşopandinê da.

Parêzerên malbatê îtîrazî biryarê kirin û gotin “Ev biryar nîşan dide ku hinek tişt tên veşartin. Li cihê bûyerê tu keşf nehatiye kirin.”