Dosyaya destlênedayîna 12 wekîlan li Meclîsê ye

Dosyaya destlênedayînê ya hevserokê giştî jî di nav de ya 12 wekîlan pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin.

Dosyaya destlênedayînê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî jî di nav de ya 12 wekîlan pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin.

Navên wekîlên dosyayên wan pêşkêşî Meclîsê hatine kirin wiha ne:

Parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Salîha Aydenîz, Bedarna Ozturk, Mûrat Sarisaç, Ayşe Acar Başaran, Mûsa FArisogûllari, Mahmût Torgrûl, Saît Dede û Parlementerê CHP’ê Yuksel Ozkan.