Dorpêça Celawla û Sadiye didome

Dorpêça Celawla û Sadiye didome

Celawla û Sadiye her du navçeyên bi ser Xaneqîn, ji 22’ê Tebaxê heya niha di dorpêça hêzên hevpar de ne, rewşa çeteyên DAIŞ’ê yên di navêndê da desthilatdar in her diçe xera dibe û DAIŞ ji neçariyê hemû niştecihên her du navçeyan bi zorê dike çete û çekan dide wan.

Piştî vekişîna hêzin ewlehiyê yên Iraqê ji Celawla û Sadiye di nîvê meha Hezîranê de, her du navçeyên ku ji aliyê îdarî ve bi bajarê Baqûba ve girêdayîbûn, ket bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê. Hêzên hevpar ji bo rizgarkirina her du navçeyan di meha Tebaxê de dest bi operasyoneke berfireh kirin û di encamê de derdora her du navçeyan xistin bin kontrola xwe, her wiha Celawla û Sadiye dorpêç kirin. Her du navçeyên ku ji 22’ê Tebaxê de di bin dorpêçê de ye, fermandarekî ji fermandarê hêzên YNK’ê yê bi navê Salih der barê rewşa Celawla da wiha axifî:

“Rewşa çeteyên DAIŞ li Celawla gelekî xera bûye, piştî me dikarî wan bixin bin dorpêçe de tevgera wan kêm bûye.” Her wiha fermandarekî dîtir ê bi navê Nêçîrvan Faîk Mihemed jî wiha got: “Celawla axa Kurdistanê ye, em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku wê rizgar bikin û ji destê çeteyan bigrin.”

LI SADIYE HÊZA ÇETEYAN NEMAYE

Ji aliyê din ve fermandarekî pêşmergeyan li Sadiye bi navê Loqman Alî Mahmûd jî wiha got: “Li Sadiye ti tevgereke wan nîne, em bawer dikin ku ti hêza wan nemaye. Hat zanîn ku rê ji çar aliyan ve li wan hatiye girtin. Di milekî de pêşmerge di milê dîtir de hêzên Iraqê ew dorpêç kirine. Her wiha tê gotin ku fermandarên çeteyan ji nav her du navçeyan winda bûne û li gor hin çavkaniyên herêmî dibêjin ku destê Kerewiyan di şehadeta 160 pêşmergeyî de heye.

Hat zanîn ku eşîra Kerewî, ji eşîrên herî mezin a di Celawla û Sadiyê de ye. Di nava çend rojan de du ref guhertin. Piştî dorpêçê eşîra Kerewî ya ku çek hilgirtbûn û li dijî pêşmergeyan şer dikir tengezariyên mezin jiyan û vîna wan şikest, xwe avêtin ber bextê pêşmergeyan da ku çeteyan ji navçeya xwe derxin. Lê belê pêşmergeyan ev xwesteka wan nepejirandin. Sedema vê yekê fermandarên pêşmergeyan Salih û Faîq Mihemed wiha anîn ziman: “Di destpêkê de li rex çeteyan li hember me şer kirin. Deste wan di şehadeta 160 pêşmergeyên me de heye. Wan tu carî Kurd ji bo xwe wek bira qebûl nekirin, îro piştî me hêza wan lewaz kir tên xwe davêjin bextê me. Ev yek naye qebûlkirin. Her wiha hate zanîn ku vê carê Kerewiyan piştî neqebûlkirina pêşmergeyan xwe avêtine bextê artêşa Iraqê ya ji aliyê hewza Hemrîn ve ew dorpêç kirine û ji artêşê re gotine, hûn werin navçeyê lê belê bila pêşmerge neyên. Di nava çend rojan de ewqas ref nayên guhertin.”

HEM JI DÊRÊ HEM JÎ JI MIZGEFTÊ MAN

Kerewî di sala 1974’an de di çarçoveya polîtîkaya Erebkirinê de ji aliyê Saddam ve li Xaneqîn hatibûn bicihkirin. Ev eşîr bi mezheba sunnî û nîjadperestiya xwe ji aliyê Kurdên vê herêmê ve tên naskirin. Piştî raperîna Kurdên Başûrê Kurdistan û bi taybet piştî hilweşîna pergala Saddam, Kerewî ji Xaneqîn berê xwe dan Celawla û Sadiye û li wir bi cîh bûn. Li Celawla û Sadiye eşîra herî mezin e. Fermandarên di cephê de cih digirin rewşa wan wiha bi lêv kirin: “Vê gavê di navbera Kerewî û çeteyan de gelek alozî hene, her du mutefîqên duh îro bi hev ketine, li gor agahiyên me girtine, çeteyan nêzî 60 kes ji wan kuştine.

Herî dawî li ser pirsa, “Hûn ê çi dem êrîşî ser her du navceyan bikin û wan ji çeteyan paqij bikin”, pêşmergeyan ti agahî nedan û gotin, “Ew bi bîryara rayedarên me yên asta bilind ve girêdayiye, çi dem bîryar bidin em amade ne.”