Dolar 4 lîre derbas kir, AKP tinazê xwe bi aqilê gel dike

Dolarê Amerîkayê cara pêşî ye ku 4 lîre derbas kir û Euro jî xwe li 5 lîreyan xist lê rêveberiya AKP’ê tinazê xwe bi aqilê gel dike.

Şerê bazirganî yê di navbeyna DYA’yê û Çînê de şevê dî bandora xwe li piyaseyê kir. Têkildarî guherînên bi navenda Washingtonê şevê dî lîreyê Tirk li bara dolar û Euro derbeke giran xwar û dolar ji 4 lîreyan derbas kir, Euro xwe li 5 lîreyan xist.

Li gorî hedefa AKP’ê ya 2013’an, 2018’an dolar wê 1.97 lîre bûye.

Piştî ku lîreyê Tirk li bara dolarê fûriya AKP daxuyaniyeke sosret da ku, ku bi vê daxuyaniyê weke ku tinazê xwe bi aqilê gel bike. Şêwirmendê Erdoğan Cemil Ertem ji TRT Haberê, qenala AKP’ê re axivî û got, ‘’Fikra ku dolar bûye 4 lîre şaş e’. Ertem li ser kêmbûna nirxê lîreyê Tirk ê li bara dolar û euroyan got, ‘ev rewşeke spakulatîf’ e.