Dokûmantera bi navê "Dokûmanterek gerîla: Bakur" a li ser jiyana gerîla û nêrîna rêveberên PKK'ê li ser pirsgirêka Kurd, wê ji îro û pê ve li gelek bajarên Elmanyayê bê nîşandan. Dokûmanter wê ji aliyê Tamam Fîlm ve bê nîşandan. Dokûman wê di destpêkê de îro danê êvarê li paytexta Elmanya Berlînê bê nîşandan û ji derhêneran Ertûgrûl Mavîoglû jî lê amade be.
Fîlmê ji aliyê Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû ve hat amadekirin, di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de hatibû sandurkirin û nîşandana wî hatibû qedexekirin. Dokûmanter di havîn û payîza 2013'an de li Dersîm, Amed, Botan û gelek kampên gerîla yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê hat kişandin. Di vê dokûmanterê de rêveberên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan, Mûstafa Karasû û gelek rêveberên din qala dîroka PKK'ê kirin. Dokûmanter her wiha gerîla û çîroka wan jî vedibêje.
'EM DIXWAZIN FÎLMÊN BI VÎ RENGÎ LI ELMANYAYÊ NÎŞAN BIDIN'
Ji belavkerên dokûmantera Bakur li Elmanyayê Gûrbet Erbûlan da xuyakirin, ku ew dixwazin fîlmên li Tirkiyeyê hatine sansurkirin û qedexekirin, li Ewropayê nîşan bidin. Erbûlan diyar kir, dokûmantera Bakur jî yek ji van fîlman e û got, "Mixabin li Tirkiyeyê, di serî de sînema gelek xebatên çand û hunerê niha hatine qedexekirin. Em jî dixwazin dokûmantera Bakur û fîlmên bi vî rengî li Elmanyayê nîşan bidin. Em dixwazin van fîlman nîşanî mirovên li vir dijîn bidin."
Bajarên Elmanyayê û navên sînemayên dokûmantera Bakur lê were nîşandan, ev in:
BERLÎN
25.01.2017
Saet: 18.00
Union Filmtheater
Bölschestraße 69
12587 Berlin
MANNHEÎM
27.01.2017
Saet: 21.15
Odeon Kino
G7, 10
68159 Mannheim
HEÎLDELBERG
28.01.2017
Saet: 19.30
01.02.2017
Saet: 17.30
Karlstor Kino
Am Karlstor 1
69117 Heidelberg
GAÛTÎNG / MUNCHEN
29.01.2017
Saat: 19:00
Kino Breitwand
Bahnhofplatz 2
82131 Gauting