DOKH:Doza E.A doza hemû kurd û jinan e

DOKH:Doza E.A doza hemû kurd û jinan e

DOKH’ê der barê bûyera tecawizê ya Çewlikê de daxuyaniyek da û got doza E.A doza hemû kurdan û jinae. Her wiha ji bo meşa sibê ya Amedê jî banga tevlibûnê kir.

DOKH’ê der barê meşa ku sibê bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a BDP’ê ya ku bi armanca şermezarkirina tecawzikirina zaroka 16 salî û li dijî fuhuş û tiryakê  pêk tê daxuyaniyek nivîskîda.  Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku asta jiyana azad û jina azad ya bi heybet ku jinên kurd afirandiye ji aliyê hemû cîhanê ve bi heyranî tê pêşwazîkirin. DOKH’ê da zanîn ku jinên kurd ku lêgerîna heqeqîtê wek azadiyê diyar kiriye, îfadeya herî bi hêz ya yekitiya welatê azad, jina azad a diyalektîfa Kurdistanê ye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ji ber vê jî heta azadiya jinên pêk neyê azadiya civakê pêk nayê. Ev rêgez wek karekterê esas yê têkoşîna azadiya kurd, diyarkirina siyasetê ye. Li dijî her cureyên dagirkerî û mêtîngeriyê rêgeza azadiya jinê û jinên kurd yên têkoşînê dimeşîne ji Kurdistanê dest pêkiriye, li seransrê Rojhilata Navîn bûye hêza pêşeng a têkoşîna azadiya jinê.

DIVÊ KEÇÊN KURD JI FATMA ŞAHÎN BÊ PARASTIN!

Di berdewamiya daxuyaniyê hate diyar kirin ku ji bo dewleta dagirger jinê ji têkoşîna azadiyê ya bi heybet dur bixe, li pey tolhildanê ye û wiha got: “Wek polîtîkayeke dewletê bi awayekî sîstematîk tecawizê keçên kurd dikin. Wekê ku berê jî htaiye dîtinkeçên kurd bi awayekî plankîr rastî tecawiza peywirdarên cemawerî hatine. Bûyera E.A nîşan daye ku ev polîtîkayeke plankiriye. Berdana 4 subayan bi awayekî vekirî nîşan dide ku ev polîtîkaya dewletê ye. Wezîr Fatma Şahîn ku hemû hewldana wêb o parsatina tecawîzkarane, divê destê xwe ji ser keçên kurd bide alî.

BO MEŞÊ BANG

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em bang li hemû jinênkurd û mêrên kurd yên bi rumet dikin; ev tecawîz li dijî gelê kurd pêk hatiye, ev êrîşeke li dijî rumeta Kurdistanê ye. Di şexsê jina kurd de, li hemû gelê kurd pêk hatiye. Êdî bes e. Em bang li hemû kesî dikin ku sibê saet di 17.00’an de li ber Avahiya BDP’a Amedê bên cem hev. Heta tecawîzkar neyên girtin emê têkoşîna xwe bidomînin.”