Dogû Ergîl: Mafên bingehîn dudiliyê qebûl nakin
Dogû Ergîl: Mafên bingehîn dudiliyê qebûl nakin
Dogû Ergîl: Mafên bingehîn dudiliyê qebûl nakin
Prof. Dr. Dogû Ergîl "Pakêta Demokratîkbûyînê" kêm dît û got, "Weke civaka herî dilşewat û êşkişandî gelê Kurd êdî nikare xwe lê rabigire, di mijara azadî û mafên bingehîn de dudilî û gavên kêm nayên qebûlkirin." Ergîl rexne kir ku mafên Elewiyan di pakêtê de cih negirtine. Prof. Dr. Ergîl her wiha got, "siya otorîteya navendî ji holê ranebe."
Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Prof. Dr. Dogû Ergîl ji ANF'ê re axivî û der barê "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de got, "Beriya her tiştî divê ev were gotin; gotina 'pakêt' qet ne li gorî demokratîkbûyînê ye. 'Pakêt' lîsteya pêşniyara hin kesan li hin deveran amade kiriye. Lê 'demokratîkbûyîn' pêvajoyeke ku encama bazarî, muzakereya bi derdora berfireh a civakê ye, rewşeke sosyal e. Lê bersiveke Erdogan ji vê re ji xwe heye, jê re dibêje; 'vana tiştên ku 30 salin tê nîqaşkirin û ji aliyê civakê ve tê zanîn e'. Di wê baweriyê de ye ku; ji ber li parlamentê konsesus pêk nehatiye û civak ewçend ji hev dûr ketiye, diviyabû wiha bihata kirin."
'HER TIŞT BI ŞERT VE GIRÊ DIDE'
Prof. Dr. Ergîl da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê pakêt di çarçoveya lihevkirineke berfireh dernexistiye holê û destnîşan kir ku divê hikûmet muhasebeya rewşa heta niha bike û mijara êdî nebe "hikumdar", "fermandar" têxe rojeva xwe.
Prof. Dr. Ergîl diyar kir ku ew "Pakêta Demokratîkbûyînê" di çarçoveya pîvanan de dipejirîne û got, "Lê belê hikûmetê sozên ku heta niha daye bicih neaniye û ketiye rewşeke nakok. Min ev pakêt di vî warî de girîng dît; pîvanên wê di cih de ne. Kesê dest li jiyan, nasname û baweriya kesî wernede...Tê destnîşankirin ku ewê bi Danezana Mafên Mirovan a 1948'an dilsoz bin...Lê belê Tirkiye erk û wezîfeyên belgeyên azadî û mafan ên mora xwe avêtine binê, bicih nîne; ji xwe pirsgirêk jî ji vir tê. Tê gotin, 'dê dest li jiyana kesî neyê werdan', lê realîte wiha ye? Realîte bi pîvanan re nakok e. Ewçend bi hev re nakok e ku di jiyana rojane, jiyana taybet, jiyana çandî de dibe navgîna destwerdanê. Evê çawa çareser bibe?"
Prof. Dr. Ergîl sernavê vegerandina navên gundan jî nirxand û got, "Navên gundan wê biguherin, lê bi gotina otorîteyê dê pêk were. Navên bajar û navçeyan jî dê bi qanûnê bê guhertin. Her tişt dê giran giran û bi şert were kirin."
'SIYA OTORÎTEYA NAVENDÎ HÎNÊ LI CIHÊ XWE YE'
Der barê guhertina Qanûna Meş, Mîtîng û Civînan de Prof. Dr. Ergîl got, "Dîsa dê ji otorîteyê destûr bê xwestin. Pêkanîn xwe dispêre navendê. Siya otorîsteya navendî ya li ser karên bên kirin, xuya dike."
Prof. Dr. Ergîl rexne kir ku di pakêtê de der barê pirsgirêka Elewiyan de ti xalê cih negirtiye û got, "Di pakêtê de der barê Elewiyan de tiştek nîne. Hem dibêje kes nikare li ser siyasetê bike, hem jî Elewî li derveyî vê tê hiştin. Ev yek rê li ber fikaran û ne zelaliyê vedike."
Prof. Dr. Ergîl 3 pêşniyarên hikûmetê yên ji bo benda hilbijartinê weke "xumamî" bi nav kir û got, "Dema Erdogan li Dolmabahçe bi me re axivî got, ku ew nafikire benda ji sedî 10'an biguherîne. Me rapor pêşkêş kirin, zexta Ewropayê jî derketibû holê. Dibe ku pêwistî bi guhertinê dîtibe."
'GAVÊN DUDIL Û KÊM...'
Prof. Dr. Ergîl diyar kir ku nayê qebûlkirin ku hikûmet gavên kêm biavêje û got, "Kurd ji tevahiya civakê bêtir êş kişandine. Xwezayiye ku êdî nikare xwe lê rabigire. Di bin navê hînkirina civakê de, gavên kêm û dudil ên di mijara azadî û mafên bingehîn de, nayên qebûlkirin."
Prof. Dr. Dogû Ergîl da xuyakirin ku divê civak jî zextê li hikûmetê bike da ku kêmasiyên di pakêtê de çareser bike û got, "Li her cihê pêwistî bi guhertina qanûnî heye, divê zext were kirin û der barê qanûnan de civak biryarê bide. Wezîfe dikeve ser milê civakê. Divê dest ji hêsaniyê were berdan. Em dibêjin civak mafdar e; hingî divê xwedî li mafên xwe derkeve."