DMMM'ê ji ber operasyona 'vegera jiyanê' ceza da Tirkiyeyê

DMMM'ê ji ber operasyona 'vegera jiyanê' ceza da Tirkiyeyê

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber operasyona 'vegera jiyanê' ku di sala 2000'an de bibû sedama qetilkirina bi dehan girtiyan, Tirkiyêye sûçdar dît.

Serlêdan ji aliyê van kesên ku di operasyonê de birîndar bibûn hate kirin; Erol Arîkan, Hacer Arîkan, Turhan Tarakçî û Dinçer Otluçimen. DMME'yê biryar da ku Tirkiyeyê xala duyemîn a Peymana Mafê Mirovan Ewropayê binpêkiriye.

Li gorî biryara DMME'yê divê hikûmeta Tirk 15 Euro tazmînat bide Erol Arîkan, Dinçer Otluçimen û Turhan Tarakçî, 20 hezar Euro jî bide Hacer Arıkan. Herwiha divê ji bo mesrefên dadgehê Tirkiyê 4 hezar Euro jî bide van girtiyan.

Dadgeh destnîşan dike ku di operasyonê de hêzên ewlekariyê yên Tirk li dijî girtiyan hêzekî bêrêjedar bikaraniye.

Di payîza 2000'an de li dijî Tipa F'yan ku dewleta Tirk dixwest di dewsa sîstema qawîşan de bîne, girtî bi 19'an daxwazan dest bi greva birçîbûne kiribûn. Di meha Kanûnê 2000'an de jî bi navê 'Operasyona vegera jiyanê' di girtingehan de qetliamek pêk hat. Operasyon sê rojan dom kir û 28 girtî hatin kuştin, 237 girtî birîndar bûn. 2 Leşker jî bi guleyên leşkerên hevalên xwe hatin kuştin.