DMME’yê xwest milîtana ETA ya girtî, bê berdan

DMME’yê xwest milîtana ETA ya girtî, bê berdan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di doza yek ji milîtanên rêxistina ETA'yê Înes Del Rîo de, ku tevî cezayê wê di sala 2008'an de temam bû lê nehatiye berdan, Spanya mehkûm kir.

Del Rio ya ku di sala 1989’ê de bi sûcê ku di 23’ê çalekiyên cuda yên ETA’yê de cih girtiye hate girtin, weke bi dehan endamên ETA yên ku di sala 2008’ê de cezayê wê xilas bûyî lê hîna ne hatiye berdan. DMMA’ê diyar kir ku guhertinên di cezayê Del Rio de hatine kirin li dijî mafên mirovane û ji Spanyayê berdana endama ETA’yê xwest.

DMME’yê hikûmeta Spanya bi dayîna 30 hezar Eûro tazmînatê jî mehkûm kir.