DMME dosyaya li ser tecrîdê 10 sal in radiwestîne

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu anî ziman ku DMME hin dosyayan di nava du salan de yan jî herî zêde di nava 7 salan de bi encam dike, lê belê dosyaya têkildarî tecrîda li Îmraliyê 10 sal in radiwestîne.

Parêzer Serbay Koklu bal kişand ser bêdengiya sazî û hêzên navneteweyî ku di tecrîda Îmraliyê de rola xwe heye û destnîşan kir ku ev yek hêzê dide desthilatdariya Tirk.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Koklu diyar kir ku Îmrali ne girtîgeheke ku tenê di bin kontrol û rêveberiya Tirkiyeyê de ye; ji aliyê kontrolê ve bi hiqûqa navneteweyî bi taybetî bi hiqûqa Ewropayê ve girêdayî ye û bi bîr xist ku erka Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî heye ku yekser kontrol bike. Koklu destnîşan kir ku yek ji sedemên girîng ên tecrîda Îmraliyê nêzîkatiay van saziyên navneteweyî ye ku mijarê ji nedîtî ve tên û got, "Ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê siyasî ve jî nepêkane ku Tirkiye vê yekê bi tena serê xwe bike. CPT xwedî raporekê ye ku tê de destnîşan dike, divê hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re li Îmraliyê bê kirin û rejîma rêvebirina girtîgehê bê guhertin. Lê belê li pişt vê rapora xwe jî nasekine."

DMME'YÊ 10 SAL IN BIRYAR NEDAYE!

Parêzer Koklu anî ziman ku Tirkiye cesaretê ji Ewropayê werdigire û dosyayên ku ji sala 2011'an ve li ber destê DMME'yê weke mînak nîşan da. Parêzer Koklu got, "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve di nava 10 salan de li Girtîgeha Îmraliyê tenê pênc caran parêzeran karî hevdîtinê bike. Operasyonên gelekî cidî hatin kirin, parêzer hatin destgîrkirin, hatin girtin. Demeke dirêj têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re bi temamî hate birîn. Wê demê têkildarî tecrîdê me serî li DMME'yê dan. Tevî ku 10 sal di ser serlêdana me re derbas bûne, DMME'yê hîn biryarek nedaye. DMME li ser hin dosyayan di nava du salan an jî herî zêde 7 salan de biryarê dide, lê belê dema ku mijar dibe Ocalan ji sala 2011'an û vir ve dosya bi encam nekiriye. Saziyên navneteweyî bi vê rewşa xwe ya pasîf cesaretê didin hikumeta Tirk. Ji xwe sîstema tecrîdê ya Îmraliyê di encama komployeke navneteweyî de ketiye meriyetê. Sîstemeke ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, NATO'yê bi hikumeta Tirk re çêkirine."

YA KU LI ÎMRALIYÊ HATIYE HILBERANDIN SÎSTEMEKE

Parêzer Koklu destnîşan kir ku ew tecrîdê weke 'pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê' pênase nakin, lê weke 'Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê' bi nav dikin û got, "Ji ber ku ev sîstem şêweyekî rêveberiyê ye ku li Îmraliyê hatiye afirandin û li tevahiya welêt derbasdar e. Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a li Tirkiyeyê yekemcar li Îmraliyê bi cih hate anîn. Rejîma înfazê ya muebbetê ya girankirî, yanî sîstema înfaza ceza ya heta bi hetayê ku derfetê berdanê nîne, yekemcar li Îmraliyê kete meriyetê. Qanûna înfazê ya cezayê Tirk, TMK, pîvanên ceza yên ku sînorê ceza û hiqûqê ya muxalefeta civakî diyar dikin, hemû bi guhertina ku 1'ê Nîsana 2005'an bi navê 'Qanûnên Ocalan' hate amadekirin, ketin meriyetê. Ev hemû li tevahiya welêt bi cih anîn. Îmrali mîna laboratûwarekê ye, yên li vê derê têne amadekirin piştre dikin qanûn û li tevahiya welêt vediguherînin sîstemeke înfaza ceza. Ji aliyê siyasî ve jî piştperdeya vê yekê heye; 100 sal in yek ji meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê meseleya Kurd e. Nêzîkatiya li meseleya Kurd bi tecrîda li Îmraliyê xwe nîşan dide. Israra di polîtîkaya tundiyê û neçareseriyê de weke tecrîda Îmraliyê xwe dide der. Tundî li tevahiya welêt weke amûreke çareseriyê tê destnîşankirin. Ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê siyasî ve jî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê weke sîstemekê li tevahiya welêt belav bûye."

HER WIHA SEKNEK LI ÎMRALIYÊ HEYE

Parêzer Serbay Koklu destnîşan kir ku li Îmraliyê ne tenê tecrîd heye, her wiha 'Sekneke Îmraliyê' jî heye û got, "Tişta ku em jê re sekna Îmraliyê dibêjin, nîşaneya wê yekê ye ku di serî de meseleya Kurd, pirsgirêkên li welêt hemûyan bi diyalog û danûstandinan çarser dike û nîşan dide ku çareseriyek demokratîk û aştiyeke bi rûmet di meseleya Kurd de pêkan e. Birêz Ocalan sekna Îmraliyê 23 sal in ava kiriye."