Dixwazin mora girtinê li dibistana Kurdî ya Kemanger bixin
Dixwazin mora girtinê li dibistana Kurdî ya Kemanger bixin
Dixwazin mora girtinê li dibistana Kurdî ya Kemanger bixin
Li Amedê, heman piştî destpêkirina lêpirsîna der heqê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku îro dest bi perwerdeya bi Kurdî kir, hejmareke zêde polîs bi maşînên zirxî çûn dibistanê. Hat ragihandin ku polîs dixwazin mora girtinê li dibistanê bixin.
Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ku der heqê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Baglarê da destpêkirin de, polîs ketin nava tevgerê û li dibistanê civiyan. Bi sedan polîsên fermî û sivîl bi maşînên zirxî û TOMA'yan li dora dibistanê civiyan. Komek ji polîsan ji bo bi rayedarên dibistanê re hevdîtinê bike, ketin hundirê dibistanê.
Hat diyarkirin ku polîsên bi rayedaran re hevdîtin kirin, xwestine di çarçoveya biryara Serdozgeriyê de mora girtinê li dibistanê bixin.