Dîwarek jî di navbera Dirbêsiya Serxetê-Dirbêsiya Binxetê de!

Dîwarek jî di navbera Dirbêsiya Serxetê-Dirbêsiya Binxetê de!

Dewleta tirk bi çêkirana dîwarên ku li sînorê Rojava çedike, yek din jî zêde kir.

Piştî dîwarên di navbera Nisêbîn-Qamişlo, Serêkaniyê- Ceylanpinar û Efrîn-Kîlîsê lêkir şûnde vê ccarê di navbera Dirbêspiya Serxetê û Dirbêsiya Binxetê de dest bi çêkirina dîwar kir.

Hate destnîşan kirin ku li bajaroka Dirbêsiya ser xetê ya navçeya Qosera Mêrdînê ligel ofîsa kewara xurekê di saetên sibê de dest bi çêkirina dîwar kirine û bilindahiya dîwar gihiştiye metreyekê.  Her wiha hat hînbûn ku dê dirêjiya dîwar nêzî 100 metreyî be û hat hînbûn ku xebata dîwar ji aliyê leşkeran ve tê meşandin.