'Divê Swêd ji ber neheqiya li Kurdan kiriye, lêborînê bixwaze'

Partiya Çep a Swêdê bang kir, ku Swêd ji ber neheqiya piştî kuştina Olof Palme li Kurdan kiriye, lêborînê bixwaze.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Partiyê yê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelîng mehên Mijdar û Kanûnê pêşnûme pirs pêşkêşî parlamentê kiribû û zext û êrişên dewletên Swêd û Tirk ên li dijî Kurdan xistibû rojeva parlamentê.

Svennelîng xwestibû ku ji ber neheqiya piştî kuştina Olof Palme li Kurdan hate kirin, Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze. Piştre bi daxwaznamekeye cuda ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji Swêdê xwestibû ku bikeve nava liv û tevgerê.

Wezîrê Edaletê yê Swêdê Mîkael Damberg beriya çend rojan bersiv da pirsên Svennelîng û diyar kir ku Kurdên ji ber kuştina Palme zerar dîtine dikarin serî li Mufetîşiya Hikumetê û Ombûdsmana Edaletê bidin û daxwaza tazmînatê bikin.

Svennelîng têkildarî bersiva Wezîrê Edaletê axivî û anî ziman ku ji bo Swêdê cihê xemgîniyê ye ku berpirsyariya neheqiya li Kurdan hatiye kirin li xwe nagire.

Svennelîng her wiha di 10'ê Kanûnê de jî ji Hikumeta Swêdê xwestibû ku ji bo DAÎŞ'iyên welatiyê Swêdê yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne hîn bêhtir radîkal nebin, bikeve nava hewldanan.

Svennelîng got, "Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de berpirsyariya her kesî heye, Swêd jî divê bi berpirsyariya xwe rabe. Divê piştgiriyê bide rêveberiya xweser a li Bakurê Sûriyeyê û ji bo darizandina sûcdaran bibe alîkar."