‘Divê Ocalan tevli jiyana siyasî û civakî bibe’
‘Divê Ocalan tevli jiyana siyasî û civakî bibe’
‘Divê Ocalan tevli jiyana siyasî û civakî bibe’
154 saziyên sivîl ên Amedê der barê pêvajoya çareseriya rizgariya demokratîk de daxuyanî da. Saziyên sivîl bang hikûmet û dewletê kirin ku di vê pêvajoya çareseriyê de teqez şert û mercên Ocalan bên guhartin û gavên bên avêtin di meclisê de bibin biyar.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 21'ê Adara 2013'an a Newroza Amedê de bi peyama dîrok dest bi pêvajoya çareseriya rizgariya demokratîk kir. Piştî peyama dîrokî KCK'ê di 23'ê Adarê de agirbest îlan kir û herî dawî di 25'ê Nîsanê de jî biryara vekişîna gerîlayan a başûrê Kurdistanê wergirt û ev yek bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. KCK'ê ragihand ku vekişîna gerîla di 8'ê Gulanê de dest bi vekişînê bikin û ger ku di dema vekişînê de êrîş pêk bê wê vekişîn raweste û bi awayekî xurt bersiv bê dayîn. Piştî vê daxuyaniyê çavê her kesî çû ser meclisê û li bendê ye ku êdî meclis û hikûmet ji bo çareseriyê gavên erênî bavêje.
Li Amedê 154 saziyên sivîl der barê pêvajoyê de li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Herêma Rojhilata Başûr daxuyaniya da. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Amedê Medenî Alpkaya daxuyanî xwend. Alpkaya, diyar kir ku peyama dîrokî bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Hat dîtin ku êdî tu tiştên derveyî berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn pêk nayên. Gelên Rojhilata Navîn rizgariya xwe di vê têkoşîna bêhempa ya rizgariya demokratîk dibînin. Alpkaya, anî ziman ku Tirkiye ji bo di vê guhartinê de cihê xwe bigire neçar maye ku siyaseta xwe biguherîne. Alpkaya bi bîr xist ku hevdîtinên ku rasterast bi Ocalan û KCK'ê re pêk tên di nava raya giştî de bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin. Alpkaya, da zanîn ku ev pêvajoya ku ji hêla Ocalan ve hatiye destpêkirin baweriyeke mezin di nava raya giştî de çêkiriye û ev tişt anî ziman: "Her tim di nava daxwaziyên me de avakirina komisyonên aqilmendan, lêkolîna rastiyan û heqîqetê hebûn. Ev gavên ku di vî alî de tên avêtin baweriya me zêde dike. "
Alpkaya, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de tundî cihê xwe ji siyasetê re dihêle û wiha pêde çû: "Tê zanîn ku hin dedorên ku li ser şer hebûna xwe diparêzin li hemberî ev rewşa erênî ku derketiye holê dikevin nava hewldanên provokatîf. Ger ku ev hewldanên wan neyên astengkirin dê ev yek rê li ber sabotekirina pêvajoyê veke."
Alpkaya, destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin de rewşa ku Ocalan têde tê girtin teqez bê guhartin û wiha domand: "Ji bo rasterast tevli çareseriyê bibe divê teqez rewşa fîzîkî ya birêz Ocalan ên civakî û siyasî bên guhartin. Em di vê baweriyê de ne ku êdî dema vê guhartinê hatiye. Di vî alî de peywira ku têkeve ser milê hikûmet û dewletê divê bi cih bîne. Divê dewlet aliyên provokatîf bêbandor bike. Divê çapemeniya ku bandora wê li ser hemû aliyan heye divê zimanê xwe biguherîne û alîkariyê bide çareseriyê."
Der barê tiştên ku dewlet û hikûmet bike de Alpkaya ev tişt anî ziman: "Di hemû merhaleyên pêvajoya çareseriyê li ser biryarên meclisê pêk bên. Her gavên erênî yên ku ji hêla meclisê ve bên avêtin dê xizmetê ji çareseriyê re bike. Berovajî vê yekê, axaftinên ku tên dikirin dê li ber ba biçe û hemû hewldan bêwate bimînin. Qanûnên berê li ser zîhniyeta şer û ewlehiyê hatibûn çêkirin.Ji ber vê yekê divê qanûnên berê bên guhartin û pêşiya demokratîkbûnê bê vekirin.Makeqanûna nû jî divê li ser bingeha ku hemû gelan diparêze bê amadekirin."