Divê Kurd bi yekdengî bi dewletê re muzakere bikin

Divê Kurd bi yekdengî bi dewletê re muzakere bikin

Alimên Îslamê têkildarî konferansa “Yekîtî û Çareseriyê” ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye diyarkirin û ya duyemîn wê li Amedê bê lidarxistin, didin xuyakirin ku pêwîst e gelê Kurd ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistan yekîtiya xwe çêkin. Endamê Desteya Rêveberiya Platforma Vegera Cewhera xwe Fikrî Bozkurt bi gotinên xwe yên, “Divê Kurd bi taybet di vê pêvajoyê de bibin yek û bi yekdengî bi dewletê re muzakere bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan mutabakata di nav Kurdan de girîng e” bal kişand ser girîngiya konferansa ku wê di 15-16’ê Hezîranê de li Amedê pêk were. 

EM HÊVÎDAR IN KONFERANS BIBE WESÎLEYA XÊR Û BAŞIYAN

Bozkurt di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de destpê kiriye û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka tevayî gel, kêmar û heta cemaetan e. Divê tevayî kêmar û ekaliyet beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em hêvîdar in wê konferans ji bo azadiya gelan bibe wesîleya xêr û başiyan.”

GEVERÎ: JI BO SERKETINA TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ DIVÊ YEKÎTÎ ÇÊBIBE

Koordînatorê Înîsîyatîfa Azadî û yek ji kesên gazîkarên konferansê Adem Geverî jî got, “Ji bo gelê Kurd di nav çarçoveyeke demokratîk de bigihêjin statuyeke berbiçav ev konferans girîng e. Ev konferans ji bo yekîtiya gelê Kurd ê ev 30 sal in berdêlên mezin dide girîng e.”  

ÇÎÇEK: DIVÊ KONFERANS RAST WERE FÊMKIRIN

Serokê Komaleya Perwerde û Çandê ya Nûbîhar Rauf Çîçek destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku bi sedsalane berdewam dike. Çîçek, di axaftina xwe li ser girîngiya konferansê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn rawestiya.  Çîçek di axaftina xwe de wiha got,  “Bi damezirandina Komara Tirkiyeyê re înkar û îmhaya li hemberî gelê Kurd berdewam kir. Di sedsala 21. de li Rojhilata Navîn dîzaynkirineke nû çêdibe. Di vê sedsalê de gelê Kurd dibêje, ‘Erê em hene, em mafê xwe dixwazin û bi vî awayî tevdigerin. Wê gelê Kurd di konferansê de bi gelên din re pêkve daxwazên xwe bînin ziman û çareseriyê nîqaş bikin.”
Çîçek di dawiya axaftina xwe da xuyakirin ku wê sedsala 21. bibe sedsala gelê Kurd û dive konferans rast were fêmkirin.