'Divê kujerên Elçî bêceza nemînin'

Platforma Hevpar a Mafê Mirovan diyar kir pişî ku 5 sal di ser qetilkirina Elçî re çûne dozê dest pê kiriye û got divê kujerên Elçî bêceza nemînin.

Platforma Hevpar a Mafê Mirovvan derheqê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku 2015'an hatibû qetilkirin daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin divê doza Elçî bi necezakirinê bidawî nebe.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin piştî ku Ahmet Hakan di bernameya televizyonê de Elçî kiriye hedefê hatiye qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin doz piştî 5 salan hatiye ber dadgehê, ji ber sedema ku lêkolîna li cihê bûyerê 111 rojan nehatiye kirin yekerebûna delîlan xira bûye, li gel ku bi kamerayan û îfadeya şahidan diyar e jî hêzên çekdar ên dewletê di ser bûyerê re piştî bi mehan ji nû lêpirsîna wan hatiye kirin û ev jî şik û gumanê tîne ser rapirsînê.
 
Li dawiyê hate gotin Elçî, ''jiyana xwe li ser rastiyan kiriye'' û hate xwestin, kujer û berpirsên qetilkirina Elçî bêceza nemînin.