'Divê hemû ziman azad bibin'

'Divê hemû ziman azad bibin'

Meclisa Ciwanan a HDK'ê, têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimane Zikmakîya Navneteweyî bi zimanên cuda daxwazên xwe yên zimanê zikmakî anîn ziman. Di çalakiyê de bi zimanên cuda ji bo zimanan aştî û azadî hat xwesttin. 

Meclisa Ciwanan a Stenbolê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li Qada Galatasare çalakî pêk anî. Koma ku li hev kom bûn bi zimanên cuda daxwazên xwe anîn ziman û dowîzên, "Ji bo aştî û wekheviyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî" û "Ziman jiyan azadî", "Bêyî zimanê zikmakî jiyan nabe" rakirin. Di çalakiyê de bi zimanê Lazî, Erebî, Hemşînî û Ermenîkî nivîsa "Ji zimanê zikmakî re azadî" bilind kirin. Bernamyê piştî silavkirinê Hîndekarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Firat Sayan, li ser dîroka kurdî û pêşketina wî axivî. Sayan, bi kurdî axaftin kir û diyar kir ku ancak mirov bi zimanen xwe hebin û xwest li Tirkiyeyê hemû ziman azad û wekhev bijîn. 

Endama Meclisa Ciwanan a HDK'ê Betul Çobanoglu, jî diyar kir ku ji bo civakê ziman pir girîng e û wiha gto: "Di cîhanê de tunebûna zimanekî di heman demê de tunebûna civak û neteweyê ye. Ji ber vê yekê divê her ziman azad û wekhev bin. Çalakî bi siloganên kurdî, tirkî û zimanên din bi dawî bû.