'Divê em bi peyvan aşitiyê bikin'
'Divê em bi peyvan aşitiyê bikin'
'Divê em bi peyvan aşitiyê bikin'
Nadîre Mate ku bi salan şer nûçegihaniya şer kiriye, bal kişand ser çapemeniya desthilat a Tirk û guhertina wê ya bi pêvajoyê re û got: “Hukûmet dibêje ‘çareserî’, çapemenî jî dibêje ‘çareserî’. Çapemenî nikare bi vî awayî xwe saz bike. Em bêjin AKP piştî 5 mehan dest jê berda, çapemenî dê çi bike?” Mater got: “Divê em bi peyvan aşitiyê bikin, divê em bi peyvan aşitiyê di zimanê çapemeniyê de pêk bînin.”
Li gel hevdîtinên di navbera dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, çapemeniya desthilat a Tirk di carekê de kete nava hewaya aşitiyê. Çapemeniya Tirk li şûna manşetên “Di rojekê de bikevin Qendîlê û PKK’ê tune bikin” cih dan nûçeyên derbarê muzakereyan de. Lê êdîrojnamevanên Tirk ne ji bo hilweşandina PKK’ê, ji bo bi rêveberên PKK’ê re hevpeyvîn bikin, ketine dorê.
Gelo ev weşana çapemeniya desthilat a Tirk tê wateya rojnamevaniya aşitiyê?” Nûçegihana ANF’ê Rûken Adali vê yekê ji Nadîre Mater a ku bi salan nûçegiyaniya şer kir û ji bo leşkerên bi darê zorê leşkeriyê dikirin pirtûka “Pirtûka Mehmet” (Mehmedin Kitabi) nivîsandiye, pirsî.
Şêwirmenda projeyê ya Bianetê Nadîre Mater bi bîr xist ku gava dibêjin rojnamevaniya aşitiyê “şer û pevçûn” tê bîra wê. Mater baldariya li ser çareserî û mafan bingehê rojnamevaniya aşitiyê ye û got. “Em qala perpektîfeke ku ji dijberiya jin û mêr a di jiyanê de, mafên LGBT’yan, têkoşîna li dijî HES’ê veguhertina bajaran, û hemû qadan digire nava xwe dikin”
ÇAPEMENÎ NÊR E, MILÎTARÎST Û TIRK E
Mater binê wê yekê xet kir ku rojnamevaniya aşitiyê zor e û wiha axivî: “Ger em tenê qala çapemeniya sereke ya Tirk bikin, pirsgirêkên weke pêkhateya xwedîtiyê, sererastkirinên qanûnî, têkiliyên patronên çapemeniyê û desthilatiyê, pirsgirêka serbixwetiya edîtoriyal û nebûna sendîkavaniyê derdikeivn pêşiya me. Pratîka çapemeniyê ya heta niha nêr e, milîtarîst û Tirke, ne aşitîxwaz e.”
GER AKP DEST JÊ BERDE...
Mater got: “Hukûmet dibêje ‘çareserî’, çapemenî jî dibêje ‘çareserî’. Çapemenî nikare bi vî awayî xwe saz bike. Em bêjin AKP piştî 5 mehan dest jê berda, çapemenî dê çi bike?” Mater got: “Divê em bi peyvan aşitiyê bikin, divê em bi peyvan aşitiyê di zimanê çapemeniyê de pêk bînin.”
DIVÊ EM BI PEYVAN AŞITIYÊ BIKIN
Bi ya Nadîre Mater kêm be jî di encama têkoşînê de, hinek guhertin di zimanê çapemeniyê de çêbûne û dibêje: “Mînak gava îro dibêjin qirkirin, weke berê li rastî nerazîbûnan nayê. Di çapemeniyê de jî carna hin qunciknivîs û di hin nûçeyan de peyva qirkirinê dinivîsin. Ez dixwazim li vir vê têkoşînê bibînim. Ez nabêjim ‘tu tiştek nayê kirin’. Kêm be jî guhertin hene û bandorên têkoşînê hene. Em dibînin ku zimanê çapemeniyê hinek guheriye.”
ZIMAN Û NUNERTÎ GIRÎNG E
Mater bal kişand ku ziman û nunertiya zimanê rojnamevaniya aşitiyê pir girîng e û got: “Di Bianetê de temsîla jinan ji sedî 62,5 û ya mêran jî ji sedî 37,5 e. Ev yek girîng e. Zêdebûna hejmara jinan pratîka nûçegihaniya aşitiyê hêsantir dike.”p
Nadîre Mater derbarê tecrubeyên xwe yên di kovara Sokakê (Kolan) de jî agahî da û got: “Di odeyeke nûçeyan de hebûna cihêrengiyan gelek tiştan dide fêrkirin û hînkirin. Wê demê dema em di kovara Sokakê de bûn, nunerê me yê Rojava, ango nunerê bajarên Başûrê Rojhilat Gunay Aslan bû. Em gelek tişt ji wî hîn bûn. Em navê Botanê ji Gunay hîn bûn.”