Dînler a 72 salî: Terorîst ew in

Fatma Dînler a 72 salî ku birin Emeniyetê got, polîsan ji polîsên din re got, ‘"Binerin, me terorîstek ji we re anî." Dînler ku nexweşiya dil, şekir pê re heye, ne nan danê û ne jî av.

Fatma Dînler a 72 salî ku li Dêrikê ya Mêrdînê, 24’ê Hezîranê dema ku çûyî dengê xwe bide, ji ber cezayê girtîgehê û cezayê pereyan yên li ser wê, hatî destgîrkirin, piştî ku cezayê pereyan da hate berdan. Dînler got li gel ku ceza heta niha jê re nehatiye ragihandin jî dadger jê re gotiye,’’Heta niha te xwe vedişart’’.

NAN Û AV NEDANÊ

Dînler got, derbarê wê gotine, ‘’Heke cezayê pereyan da berdin, heke neda jî wê bavêjin girtîgehê’’ û domand, ‘’Wê rojê bêyî ku avekê vexwim, bêyî ku nan bixwim ez çûme Amedê. Êvarî dema ku ez giham Amedê polîs ji wesayitê daketin û ji polîsên din re gotin, ‘’Binerin, me ji we re terorîst anî’’. Wê rojê li nezarete mam. Ji sibehê heta êvarî ne av dan û ne jî nan. Nexweşiya şekir û dil bi min re heye û her wiha ya tansiyonê.’’

‘TERORÎST EW IN’

Fatma Dînler piştî ku cezayê pereyan da hate berdan. Dînler wiha got: ‘’Ew ji me dayikan ditirsin. Em ne terorîst in. Ev nikarin me bitirsînin. Ew ji me ditirsin. Ji bo ku min dirûşmeyek got, ji min re dibêjin, ‘terorîst’. Ne min ne jî dayikên din ên ku hatin girtin ti tiştek nekirini. Heke min zanîbûya ku cezayê min heye dîsa ez ê biçûma û min ê dengê xwe bidaya. Terorîst ne ez im, terorîst ew in ku di vî temenî de ev bi min dane jiyîn.’’