Dînçê navê wî di kuştina Dînk de derbazbû hate terfî kirin
Dînçê navê wî di kuştina Dînk de derbazbû hate terfî kirin
Dînçê navê wî di kuştina Dînk de derbazbû hate terfî kirin
Midûrê Şaxa îstixbaratê yê Trabzonê yê wê demê Engîn Dînç ku yekem kesê agahiya êrîşa li dijî Rojnamevanê Ermenî Hran Dînk giha destê wî û Erhan Tuncel kiribû elemanê îstîxbaratê yê alîkar, ji Serokatiya Daîreya Îstîxbarata Emniyetê re hate terfî kirin.
Dînç di demjimêrên şeva din de hate terfî kirin. Engîn Dînç hate cihê Omer Altiparmak bû Serokê Daireya îstîxbaratê.
Engîn Dînç ku yekem kes bû agahiya sûîqesta li hember Hrant Dînk hate destê wî û Erhan Tuncelê weke plangerê cînayetê tê darezandin, dema ku Midûriyeta Îstîxbarata Trabzonê birêve dibir, kir elemanê îstîxbaratê yê alîkar.
Dema ku qetilkirin çêbûyî Dînç Midûriyeta Îstîxbarata Afyonê dikir, di çarçoveya cînayetê de ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya Meclisa Tirkiyeyê ve hatibû guhdarkirin. Engîn Dînç di îfadeya dayî de îdîakiribû ku, raste ew li gel Tuncel axiviye, lê bele jê xwestiye ku Hayalê cînayet kiriye ‘wî îqna bike ku nekuje’.