Dîmenên ku ne têde ye delîl hat nîşandan: Yilmaz ê rojnameger ceza lê hate birîn

Îdrîs Yilmaz ê ku li Wanê rojnameger e, dîmenên ku ew ne têde ye delîl hate hesibandin û ceza lê hate birrîn.

Di 6’ê Mijdara 2015’an de dema ku Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan beşdarî şîna Azad Gunay ê PKK’yî bûbû, ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin. Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî ji bo ku vê bûyerê bike nûçe hatibû vê derê lê polîsan nehiştibû ku Yilmaz dîmenên qeyd bike û Yilmaz li vir hate binçavkirin.

Doza derbarê Yilmaz hate vekirin, bi encam bû û salek û 3 meh ceza li Yilmaz hate birîn. Di biryarê de vîdeo wekî ‘delîl’ hatin nîşandan lê Yilmaz di vîdeoyê de tune.

‘NE DENG Û NE JÎ DÎMENÊ MIN HEYE’

Yilmaz diyar kir ku tu eleqeya wî bi vîdeo û wêneyan tune yên ku polîsan qeyd kirine û got: “Di dozê de min xwest dîmenên min nîşanî min bidin. Lê di dîmenan de ez tune me. Ne dengê min heye û ne jî dîmenê min heye. Di dîmenan de tenê parlementerê HDP’ê Lezgîn Botan xuya dike. Lê ligel vî tiştî jî vî dîmenî wekî ‘delîl’ didin nîşandan.”