'Dîktatorê faşîst wê nikaribe dengê Şoreşa Rojava bibire'
Desteya Weşanê ya Ronahî TV têkildarî biryara Eutelsatê ya li dijî 3 televizyonên Kurdî daxuyaniyek da û got, wê destûr nedin ku hevkarên çeteyan dengê Şoreşa Rojava bibire.
Desteya Weşanê ya Ronahî TV têkildarî biryara Eutelsatê ya li dijî 3 televizyonên Kurdî daxuyaniyek da û got, wê destûr nedin ku hevkarên çeteyan dengê Şoreşa Rojava bibire.
Daxuyaniya Desteya Weşanê ya Ronahî Tv ku li ser navê hemû karmendên kanalê hate weşandin wiha ye:
“Dewleta Tirk bi hevkariya Eutelsatê, dixwaze weşanên televîzyona me Ronahî TV ku dengê şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ye bibire.
Di heman demê de dixwazin dengê televîzyonên Kurdistanî Stêrk TV û News Channel jî qut bikin.
Li ser daxwaza Tirkiyeyê Eutelsatê 14’ê Nîsana 2017’an bi nivîsa ku ji saziya peykê re şandî, ferman daye ku weşana televîzyona me bê qutkirin.
Beriya niha jî Eutelsatê, bêyî ku sebebeke hiqûqî nîşan bide, weşanên televizyonên Kurdî Newroz tv û Med Nûçe qut kiribûn.
Dadgeha Parîsê, ji ber vê bêhiqûqiyê Eutelsate mehkûm kiribû.
Tevî vê yekê jî Eutelsat car din dixwaze bi heman rêyên dij-hiqûqî weşana televîzyona me qut bike.
Em rojnamevan û xebatkarên Ronahî TV dibêjin, em ê vê hewldana qutkirina dengê şoreşa Rojava nepejirînin. Ji ber ku Ronahî TV li ser hîmê kevneşopiya ragihandina Azad saz bûye.
Ronahî TV dengê azadî û aştiyê ye.
Ji destpêka weşanên xwe ve hewl dide bibe dengê daxwaza gelên Sûriyê, ji bo Sûriyeyek demokratîk û azad bibde dengê rastiyê.
Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, avakirina Sûriyeyeke federal, li ser esasê neteweya demokratîk xwişk û biratiya gelan diparêzê, di weşanên xwe de cih dide deng û rengê hemû pêkhateyan.
Ronahî TV ji çeperên şerê li hember terorîzma dewlet û çeteyan, qehremanî û lehengiya şervanên parastina rûmeta gelan, şervanên YPG-YPJ, QSD’ê radigihinê, heviya gelan a jiyaneke bi rûmet û azad bilind dike.
Hewl dide bi programên xwe yên cur be cur ziman çand û hunere gelê Kurd û hemû gelên Sûriyê biparêze û pêş bixe.
Dewleta Tirk a dagirker, ji destpêka aloziya Sûriyê ve piştgiriya komên çete yên faşîst û terorîst dike, hewl dide bakurê Sûriyê dagir bike.
Lewra em vê hewldana li dijî televizyona me, weke êrîşek li dijî statuya gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin.
Di heman demê de weke êrîşek li dijî federasyona Bakurê Sûriyê, daxwaza gelê Sûriya ya çareseriyek demokratîk dibînîn.
Ev êrîşeke li dijî ragihandina rastiyan e. Dewleta Tirk hemwext êrîşî Rojava, Bakurê Sûriyê, Başûr û Bakurê Kurdistanê dike. Eşkereye ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser çapemeniya azad, amadekariyên pêla êrîşek berfirehtir dike.
Di bombebarana 25’ê Nisanê de êrişê dengê Rojava û Çira, di 27 Nîsanê de jî êrişê Avrîn FM kir.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjîma Erdogan di salekê de zêdetirê 150 televizyon, radyo, rojname girtin, 154 rojnamevan avetin zindanê.
Li gorî rapora saziya rojnamevanên sînornenas RSF a sala 2017’an, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde azadiya ragihandinê binpê dike.
Dewleta Tirk di indeksa cîhanê de di nava 180 welatan de, di rêza 155’an de cihê xwe girtiye.
Ev yek jî dijminatiya dewleta Tirk û rejîma Erdogan a li hember çapemeniyê datîne ber çavan.
Niha destdirêjiya qada navneteweyî dike û dixwaze dengên dijber li derveyê Tirkiyê jî qut bike.
Divê bê zanin ku Ronahî TV ji kevneşopiya ragihandina azad tê, li dijî zext û êrîşan tenê rêyek xwe heye, ew jî berxwedan, têkoşîn û mezinbûn e.
Em ê destûr nedin ku hevkarên çeteyên faşîst dîktator Erdogan dengê Şoreşa Rojava vemirînê.
Em bang li saziyên ragihandinê yên navneteweyî, sendîka, saziya rojnamevanên û hemû saziyên têkildar dikin ku li dijî vê biryara der-hiqûqî li gel me bin.
Em bawerin ku gelê Kurd, gelê bakurê Sûriyê, hemû rojnamevan û saziyên demokratîk wê xwedî li ragihandina azad derkevin.
Em ê bi soza ku me dayê şehîd Mistefa Mihemed û Xerîb Welat berxwedan û tekoşîna xwe bidomînin."