Dijwariya 'nerm' a polêsan, çav rijand

Dijwariya 'nerm' a polêsan, çav rijand

Dijwariya polêsan a di 1'ê Gulanê de bikar anî, ku ji bo Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû gelekî nerm bû, 2 keçên ciwan xist komayê û xwendekarê pola 2. a Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Stenbolê Îbrahîm Akan kor kir. Akan ê çavê wî yê çepê rijiya diyar kir, ku polêsan bi zanebûn êrişî wî kirine.

Akan ê 23 salî, gava diçû mala xuşka xwe ya li jorê Okmeydani, li terora polêsan rast hat û hovîtiya hat serê wî, li nexweşxaneyê rave kir:     "Gava ez diçûm mala xuşka xwe, gazên îsotê yên polêsan li tevahiya kolanê belav bûbû. Ez li ciwanekî rast hatim ku ketibû bin bandora vê gazê. Li erdê dirêjkirî bû, bêhn ne distend. Ez çûm hewara wî. Gava min ew ji erdê rakir, polêsekî li pişt min bombeya gazê berda ser min. Rûyê min bi carekê di nava xwînê de ma. Gava min dest da çavê xwe yê çepê, min hîs ew diherike. Çavê min nedidît. Di vê rewşê de jî ava şid berdidan me. Eger ez wê kêliyê biketibama erdê, wê wesaîteke TOMA pêl min bikira û min bieciqanda. Min bi zorê xwe ji wir dûr xist. Jineke ez di vî halî de dît, hat hewara min. Wesaîtek rawestand û min bir Nexweşxaneya Gazî ya li Taxa Gazî."

"NEXWEŞXANEYA ÇAVAN, TENÊ NAVÊ WÊ HEYE"

Akan da xuyakirin, ku ew bi dorê li Nexweşxaneya Gazî, Nexweşxaneya Çav a Bayrampaşa, Çapa û Samatya geriyaye, lê ti doktoran dest li rewşa wî wernedane û herî dawî li Nexweşxaneya Dewletê ya Samatya piştî rojekê ew emeliyat kiriye.

Akan anî ziman ku doktoran jê re gotiye, şensê jinûve dîtina wî, bi tenê ji sedî 10' e.

Akan ragihand, ku piştî emeliyatê 3 polêsên sivîl hatine cem wî û di wê rewşê de jî ew xistiye lêpirsînê. Akan got, "Yek ji van polêsan mîna ku henekê xwe bi min bike, got, tiştên weha normal e bê serê herkesî."
Îbrahîm Akan ê çavê xwe yê çepê wenda kir, ku ewê giliyê Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler û Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlu û Emniyeta Stenbolê bike.