Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd 133 roj in dewam dike
Çalakiya greva birçîbûnê ya dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan, Mexmûrê û Yewnanîstanê didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan, Mexmûrê û Yewnanîstanê didome.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 133’yemîn de ji aliyê koma 26’emîn ve berdewam dike.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 112’emîn de berdewam dike.
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 95 roj li pey xwe hiştin.