'DÎHA ya ji rastiyan tawîz neda'
DÎHA ku bi dirûşma "Ji rastiyan ti carî tawîz nayê dayîn" dest bi weşanê kir, yên li Roboskî bombe li mirovan barandin û sûcên şer ên li Sûr, Cizîr, Geverê hatin kirin, teşhîr kir.
DÎHA ku bi dirûşma "Ji rastiyan ti carî tawîz nayê dayîn" dest bi weşanê kir, yên li Roboskî bombe li mirovan barandin û sûcên şer ên li Sûr, Cizîr, Geverê hatin kirin, teşhîr kir.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), di 4'ê Nîsana 2002'an de bi dirûşma 'Ji rastiyan ti carî tawîz nayê dayîn' dest bi weşanê kir û di nava 14 salan de destwerdaneke radîkal li hişmendiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kir. Ji aliyê çapemeniya mûxalîf ve bû markayek. DÎHA bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnî de, roja 29'ê Cotmeha 2016'an ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate girtin. Heta roja girtinê, gelek caran desthilatdariya AKP'ê êrîş û zext li DÎHA'yê kir.
Daxwaza maf û azadiyê ya civakê, girtina berdêla keda xwe, xwedîderketina li xweza, çand û tevahiya jiyanê, bû sedema hebûnê ya DÎHA'yê. Hewldanên çavtirsandinê li pêşberî xwegihandina vê armancê nekarî bibin asteng. DÎHA ku bi dirûşma "Ji rastiyan ti carî tawîz nayê dayîn" dest bi weşanê kir, yên li Roboskî bombe li mirovan barandin, zîhniyeta tecawizkar a li Pozanti êrîşî bedenên zarok kir, îşkenceya bi gotina 'Hûn ê hêza Tirkan bibînin' hate kirin, komkujiyên hatin kirin, sûcên şer ên li Sûr, Cizîr, Geverê hatin kirin, teşhîr kir.
SANSUR
Di 24'ê Hezîrana 2015'an de malpera înternetê ya DÎHA'yê ji aliyê Serokatiya Daîreya Telekomuîkasyonê (TÎB) ve bi rengekî ne hiqûqî hate astengkirin. Ji hingî ve malpera ajansê 44 caran ji aliyê TÎB'ê, 4 caran jî ji aliyê Saziya Ragihandin û Telekomunîkasyona Agahiyan (BTK) a ket şûna TÎB'ê hate astengkirin.
'ÊRÎŞÊN FÎZÎKÎ, BINÇAVKIRIN Û GIRTIN'
Binpêkirina azadiya çapemeniyê û êrîşên li dijî DÎHA'yê ne tenê sansur bû. Zext, zordarî, êrîşa polîsan a li dijî nûçegihanan, avêtina ser buroyan bi rengekî nehiqûqî her dewam kir. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema ji nû ve destpêkirina şer û heta 29'ê Cotmeha 2016'an 56 nûçegihanên wê hatin binçavkirin û 20 ji wan hatin girtin. 10 ji girtiyan, piştî bi mehan di rûniştina dozê de hatin berdan. 10 nûçegihan hê girtî ne.
7 nûçegihanên bûyerên civakî dişopandin, ji ber destwerdana polîsan a bi bombeya gazê birîndar bûn. Li 4 nûçegihanan êrîşên komên nîjadperest hatin kirin. 10 nûçegihan bûn hedefa gef û êrîşên hêzên ewlekariyê. Li 3 nûçegihanan cezayê hepsê hat birîn, 4 nûçegihan ketin ber lêpirsînê. Li 2 nûçegihanan bi îdîaya 'heqaret li Serokkomar kirine' doz hatin vekirin. Her wiha pasaportên 8 edîtor û nûçegihanan bi ragihandina Rewşa Awarte re hatin betalkirin.
'SERDEGIRTIN Û GIRTIN'
Polîsên rûyê wan bi maske girtî û bi çekê, di 28'ê Îlona 2015'an de avêtin ser avahiya navendî ya DÎHA'yê ya li Amedê. Edîtor û nûçegihan jî di nav de 10 xebatkar hatin binçavkirin. Di heman demê de hêzên ewlekariyê avêtins er buroyên Colemêrg û Geverê û buroya Geverê hate şewitandin. Herî dawî di 29'ê Cotmeha 2016'an de bir Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê hate girtin. Avahiya navendî ya ajansê ya li Amedê di 30'ê Cotmehê de hat mohrkirin. Piştre yek bi yek buroyên wê (Agirî, Enqere, Edene) hatin mohrkirin.
'NÛÇEGIHANÊN HATIN GIRTIN Û PIŞTRE HATIN BERDAN'
* Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de Omer Gul li Bûrsayê hate binçavkirin, dûre hate girtin û bi mehan girtî ma.
* Di 5'ê Çileya 2016'an de Nedîm Orûç li Silopiyayê ji ber nûçeyên xwe hate girtin û 6 mehan girtî ma.
* Di 2'ê Sibata 2016'an de Nûrî Akman bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' li Meletiyê hate girtin, 7 mehan girtî ma.
* Di 11'ê Sibata 2016'an de Nazim Daştan ji ber parvekirinên xwe yên li ser Facebookê li Dîlokê hate girtin, 6 mehan girtî ma.
* Di 11'ê Sibata 2016'an de Feyyaz Îmrak li Antalyayê di serdegirtina malê de hate girtin, 8 mehan girtî ma.
* Di 14'ê Nîsana 2016'an de Meltem Oktay bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' li Nisêbînê hate girtin, 4 mehan girtî ma.
* Di 24'ê Nîsana 2016'an de Bîlal Gundem li Êlihê hate girtin, di 30'ê Hezîranê de hate berdan.
* Di 4'ê Gulana 2016'an de Mehmet Hakki Yilmaz bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' li Dîlokê hate girtin, di 14'ê Tîrmehê de hate berdan.
* Di 13'ê Mijdara 2015'an de Îdrîs Yilmaz li Wanê hate girtin, 4 mehan girtî ma.
* Di 2'ê Tebaxa 2016'an de Mehmet Arslan li Erzîromê hate girtin, 2 mehan girtî ma.
'NÛÇEGIHANÊN HÊ GIRTÎ NE'
* Mazlûm Dolan ê di 2'ê Sibata 2016'an de li Sûrê nûçe dişopand hate girtin, hê girtî ye.
* Di 11'ê Nîsana 2016'an de Ziya Ataman li Wanê hate binçavkirin, hat girtin.
* Di 15'ê Nîsana 2016'an de Mûhammed Dogrû bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' li Sakaryayê hate girtin.
* Di 9'ê Gulana 2016'an de Abdulkadîr Tûray li Mêrdînê bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' hate girtin.
* Di 13'ê Gulana 2016'an de Nedîm Tulfent li Wanê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hate girtin, hê girtî ye.
* Di 14'ê Gulana 2016'an de Şermîn Soydan li Colemêrgê hate girtin, tê xwestin bi cezayê heta bi hetayê bê girtin.
* Di 5'ê Tîrmeha 2016'an de Şerîfe Orûç li Êlihê di dema şopandina nûçeyê de hate girtin.
* Di 26'ê Tebaxa 2016'an de Erdem Muhîrcî li Wanê hate girtin.
* Di 25'ê Cotmeha 2016'an de Îdrîs Sayilgan li Mûşê di serdegirtina malê de hate girtin.
'NÛÇEGIHANÊN HATIN BINÇAVKIRIN Û BERDAN'
Erdogan Alayumat, Ahmet Kanbal, Selman Keleş, Murat Aydin, Bêrîtan Îrlan, Engin Eren, Mahmût Rûvanas û Mesût Kaynar du caran hatin binçavkirin û berdan. Yên carekê hatin binçavkirin û berdan: Bêrîvan Altan, Serhat Yuce, Cuneyt Dûran, Erkan Şahîn, Mûrat Verîm, Yasîn Kobûlan, Bîlal Seçkîn, Elîf Çetîner, Ferzen Çatak, Nametûllah Başar, Dogan Akdamar, Ûgûr Akgul, Suheyla Olmez, Mahsûm Molak, Ergîn Çaglar, Arîf Kiliç, Ozgur Paksoy, Mehmet Kûrnaz, Mensûr Kuçukkarga, Arjîn Dîlek Oncel, Yagmûr Kaya, Azîz Orûç, Mujdat Can, Dîcle Muftuoglû, Omer Çelîk, Devran Toptaş, Siyabend Yarûk, Nazemîn Çap.
'NÛÇEGIHANÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ GEF LI WAN XWARIN Û LI WAN DAN'
Serhat Yuce, Diyar Balkaş, Yekta Yoyler, Dîcle muftuoglû, Selamî Aslan, Fethî Balaman, Aynûr Înedî, Mehmet Sıddık Damar, Selman Keleş, Emîr Bukum.
'NÛÇEGIHANÊN CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LI WAN HATIYE BIRÎN'
Mûrat Verîm (6 sal)
Dogan Akdamar (Salek û 3 meh)
Bîlal Guldem (2 sal û 3 meh)
'BUROYÊN POLÎSAN AVÊTIN SER'
Avahiya navendî ya Amedê, buroya colemêrgê, buroya Geverê (Di dema serdegirtinê de hat şewitandin)
'EDÎTOR Û NÛÇEGIHANÊN PASAPORTÊN WAN HATIN BETALKIRIN'
Kenan Kırkaya, Ramazan Pekgoz, Semiha Alankuş, Mazlum Ozdemir, Ertuş Bozkurt, Fatma Koçak, Çagdaş Kaplan, Sadık Topaloglu.
Sibe: JINHA ya dibêje 'Ne xema me ye bê mêr çi bêjin' û dinivîsîne