DÎDF: Divê endamên ATÎK'ê tavilê serbest werin berdan

DÎDF'ê bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina endamên ATÎK'ê şermezar kir û xwest, tavilê serbest werin berdan.

Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF) bi daxuyaniyeke nivîskî operasyonên binçavkirina endam û rêveberên Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) yên li Elmanya û Swîsreyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em qebûl nakin ku rêxistineke bi salan di platformên demokratîk de xebitiye niha weke 'rêxistina terorê' bê morkirin. Binçavkirin û girtin bi awayekî zelal, ji bo krîmînalkirina rêxistinên koçberan e û tê wateya bisînorkirina azadiya rêxistinbûyîna mafekî demokratîk e. Em dixwazin hemû endamên ATÎK'ê yên bêyî delîlekî şênber hatine girtin, tavilê serbest werin berdan."