Dibe ku makînîst careke din bikevin grevê
Dibe ku makînîst careke din bikevin grevê
Dibe ku makînîst careke din bikevin grevê
Pirsgirêkên xebatkarên rêyên hesinî ku ev hefteyeke di rojeva Elmanya de ne, hînê nehatiye çareserkirin. Piştî sendîkaya makînîstan GDL, niha jî mezintirîn sendîkaya rêyên hesinî EVG sînyala grevê da.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Ragihandin û Rêyên Hesinî (EVG) Alexander Kirchner, ku sendîkaya wan mezintirîn sendîkaya xebatkarên Kargeha Deutsche Bahn e, hişyariya grevê da. Sibê wê rêveberên Deutsche Bahn û sendîkayên EVG û GDL bên cem hev û roja 21'ê Mijdarê jî wê hevdîtinên giştî destpê bikin. Di hevdîtinên giştî de her sendîka wê ji bo koma pîşeyî ya temsîl dike, muzakereyên taybet bimeşîne û mafên xebatkaran jî li gorî şertên sendîkayê pejirandiye, bê diyarkirin.
Sendîkaya EVG jî dixwaze mafê xebatkarên Deutsche Bahn ne li gorî sendîkayên endamê wan e, li gorî komên pîşeyî bê muzakerekirin. Serokê Giştî yê EVG Alexander Kirchner ê duh ji rojnameya Tagesspiegel re axivî hişyarî da û got, "Du peymanên giştî yên xwedî naverokên cuda, nabe çareserî."
Kirchner ragihand ku ji bo şertên wan bên qebûlkirin, ew ê bikevin nava hewldanan û anî ziman ku alternatîfa grevê jî di nava dibetiyan de heye.
Hêjayî gotinê ye, di nava mehekê de li ser banga GDL bi hezaran makînîst du caran ketibûn grevê. Makînîstên di 17-20'ê Cotmehê de bi 50 saetan grev kirin, berî du hefteyan ji bo 3 rojan mafên xwe yên grevê bikaranî bûn.