Dibe ku DYE bikeve rewşa nikaribe deynên xwe bide
Dibe ku DYE bikeve rewşa nikaribe deynên xwe bide
Dibe ku DYE bikeve rewşa nikaribe deynên xwe bide
Li DYE, piştî ku dewletê ji ber krîza navbera rêveberiya Obama û Kongreyê de derabeyên xwe daxist, dibe ku welat têkeve rewşeke ku nikaribe deynên xwe bide.
Serokê DYE Barack Obama da xuyakirin ku komek di nava Partiya Komarger de amade ye DYE têxin rewşeke ku nikaribe deynên xwe bide û Wall Street hişyar kir.
Ji ber ku kongreyê nekarî butçeya nû erê bike, ji roja Sêşemê û vir ve hikûmeta DYE, ji bilî xizmetên bingehîn ên ne zêde girîng in, karê hemû sazî û dezgehên fermî rawestandiye.
Obama diyar kir ku di hefteyên pêş de dibe encamên hîn xirabtir derbikevine pêş Kongreyê. Tê gotin ku Obama radigihîne ku di 17'ê Cotmedê de dê hikûmeta Emerîkayê di çarçoveya qanûnan de bigihêje sînorê dawî yê deyndariyê.
Ji bo rêveberiya DYE’yê ji vê dîrokê û şûn de karibe ji bazarê deyn bike, pêwîste Kongrê “banê deyînê fermî” bilind bike. Ger Kongre vî sînorî bilind neke, dibe ku DYE bi temamî derabeyên xwe daxîne.
Daxwaza sereke ya Komargeran ewe ku Partiya Demokrat reforma sîstema tenduristiyê ya ku di sala 2010’ê de di Kongreyê re derbas kir, ya vekişîne yan jî bicihanîna wê dereng bixîne.
Koma lobî ya bi navê Xizmetên Malî, ku bankayên sereke yên DYE yên mîna JP Morgan Chase, Goldman Sachs û Bank of Amerîca endamên wê ne, ji Kongreyê re nameyek şand û xwest bilindkirina banê deyngirtinê erê bike.
Barach Obama piştî ku roja Çarşemê li gel rêveberên bankayan hevdîtin kir, ji televîzyona CNBC re axivî gotibû, eger krîz neyê çareserkirin dê bandoreke giran li aboriya DYE bike û destnîşan kiribû ku ew naxwaze bi "baskê tund" ê Partiya Komarger re bazariyekê bike.