Dibe kalbûn bibe dîrok
Dibe kalbûn bibe dîrok
Dibe kalbûn bibe dîrok
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên DYA’yê yê hatiye meşandin, di mêjiyê mirovan de cihekî bi meznahiya behîvekê dikare kalbûn-pîrbûnê hêdî bike heta bide sekinandin. Zanyaran dan zanîn ku dê di demek nêz de vî cihî manupule bikin û dê di encama vê de kalbûn bibe dîrok.
Li New Yorkê li Fakulteya Tîpê ya Albert Einstein li ser mişkan lêkolînek hat kirin û jiyana mişkan hat lezgîntikirin û hêdîkirin. Cihekî di mêjî de wek hypothalamus tê binavkirin, zanyaran fermandeyên ku wê cihî dida manupule kir û bi vî awayî jiyana mişkan ji sedî 20 dirêj kir.
Doktor Donsheng Cai ku di ekibê de cih digirt diyar kir ku ev bi salane zanyar li ser vê mijarê lêkolîn dikin û got: “Li gorî lêkolîna me gelek aliyê kalbûnê ji aliyê hypothalamus ve tê kontrolkirin. Kalbûn-pîrbûn bi vî awayî dikare bê hêdî kirin. ev heyecanê dide mirovan.”
Li gorî encamên lêkolînên ku di kovara Nature hate weşandin tê gotin ku dibe ku bandara kalbûnê-pîrbûnê bi giştî bê rawestandin.
Di lêkolînê de hat gotin ku kalbuna-pîrbûna di mişkan ji sedî 20 û kalbuna mê jî ji sedî 50 hatiye rawestandin.