DÎAYDER’ê dest bi nobeta sînor kir

DÎAYDER’ê dest bi nobeta sînor kir

Oldarên endamên DÎAYDER’ê, tevlî çalakiya nobetê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn û li tevayî sînor wê tacirtiya DAIŞ’ê ya olê teşhîr bikin û ferzên olê bînin cih.

Oldarên endamên Komeleya Piştevaniya Oldaran (DÎAYDER) li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li Kobanê li sînorê Pirûsê tevlî nobetê bûn. Endamê komeleyê Îlhan Tan, Fevzî Bariş, Alî Demîr, Hasan Karahan Tayyar Ustunç, Fahrî Dogan tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê oldaran serokê şaxê Muhammed Şîmşek axivî û got oldar wê bi awayekî dorveger sê rojan carê tevlî çalakiyê bibin. Şîmşek got ku berê jî hatine sînor û nobet şopandine û got ew ê tacirtiya olê ya DAIŞ’ê teşhîr bikin.