Di topbarankirina dewleta Tirk de, rojnamegerek mir
Di topbarankirina dewleta Tirk de ya li Lîbyayê, rojnamegerek mir.
Di topbarankirina dewleta Tirk de ya li Lîbyayê, rojnamegerek mir.
Di topbarana komên girêdayî dewleta Tirk li herêma Wetiya ya Lîbyayê kirin de hate zanîn ku rojnamegerekî Lîbyayî yê bi navê Mihemed Necmedîn El-Xîtabî miriye.
Dewleta Tirk bi ruxmê Neteweyên Yekbûyî ji ber şewbê banga agirbesta tevahî kiriye jî, komên xwe yên çete dişîne Lîbyayê û bi firokeyên bê mirov li herêmên welat ên di bin destê Rêxistina Neteweyî ya Lîbyayê de bombardumanên xwe berdewam dike.