‘Di TMK’ê de guherînek tune û ev kêmasiya herî mezin e’

‘Di TMK’ê de guherînek tune û ev kêmasiya herî mezin e’

Bertekên li dijî pêkta demokratîbûnê ya Erdogan didome. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyek da û diyar kir ku pakêt kêm dîtine û got der barê darizandina girtiyên KCK’ê de tu guherîn nehatiye kirin û got kêmasiya herî mezin eve.

Elçî daxuyaniyek nivîskîda û got ev pakêt di asta reformeke cidî de ye û got ev pakê ji bo hewcedarî û bendewariyên civakê nabe bersiv.

PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ KÊM E

Elçî destnîşan kir ku der barê zimanê dayikê de sererastkirineke kêm heye û wiha pê de çû: “Zimanê  civaka kurd bi mîlyonan kes bi kurdî diaxive û mafê wan yê herî serekeye ku zimanê xwe di qada cemawerî de bibînin,  di çarçoveya sererastkjirineke bi vî rengî de mirovan nerehet dike û ev ne raste. Bê guman ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê, divê sererastkirneke makeqanûnî bê kirin.”

DERBARÊ TMK Û TCK’Ê DE SERERASTKIRINEK NÎNE

Elçî  bi lêvr kir ku di pakêtê de yek ji kêmasiyên din jî ev ku der barê darizandinên KCK’ê de tu sererstkirinek nehatiye kirin û wiha got: “Ne di Qanûna Têkoşîna Terorê de û ne jî di Qanûna Cezaya Tirk de tu sererastkirinek nehatiye kirin. Birêz Erdogan her tim digot dê pêngavan bavêjin. Lê ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewcedariyek bû.”

Elçî diyar kir ku hikûmet bi vê pakêta ku aşkera kiriye de, ne di nava amadekariya ku şîdet û çekê ji rojeva Tirkiyeyê derxînede ye û  got: “ Ez vê bêjim, hêzên çekdarî agirbest îlan kirine. Yanî heta astekê vekişiyane. Ev tiştekî girînge.  Lê mixabin li pêş mîlîtanên çekdarî hêj astengî heye, nekarin tevli qada cemawerî bibin. Herî kêm divê efûyeke di vê pakêtê de hebûya. Dikarîbû ji vê derî bihata vekirin.  Mînak wek hun jî dizanîn Qanûan Têkoşîna bi Terorê de bê edelet e.  Yanî li pêş azadiya ramanê astengiyeke cidiye. Em dibînin ku der barê vê de tu sererastkirineke tune.