Di teqîna li Pragayê de 40 kes birîndar bûn
Di teqîna li Pragayê de 40 kes birîndar bûn
Di teqîna li Pragayê de 40 kes birîndar bûn
Di teqîna li avahiya navenda dîrokî ya paytextê Komara Çek Pragayê rûda de 40 kes birîndar bûn. Rayedaran aşkera kir ku, dibe teqîn ji ber gazê rû da be.
Teqîn di avahiyek ji yên Vlatava yên berê wan li rûbar û nêzî Şanoya Netewî rû da. Di encama teqîna ku li Qesra Praga ya kîlometre û nîvekê dûre ji cihê teqînê hate hîskirin de, camên avahiyên derdor şikestin.
Berdevkê polîsan ragihand ku, bi texmînek mezin teqîn ji ber gazê rû daye. Rayedar da diyarkirin ku, di dema teqînê de 15 kes di avahiyê de bûn û got: “Em texmîn dikin ku, 40 kes birîndar bûne.”
Li cihê ku teqîn lê rûdayî, li gel şîrketa boriyên balefirgeha Çek, galeriya hunerê, Dibistana Sînema ya Pragê û Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Charlesê jî li wire.
Rayedarên îtfayeyê jî destnîşan kir ku, di avahiyê de mirov asê mane. Gelek kolanên derdor jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Rayedaran aşkera kir ku, li cihê bûyerê 12 kes hatin derman kirin.